Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêhtirînê miletê Swêdê dixwazin xwe vaksîn bikin hemberî înfluensayê.

Hat weşandin torsdag 27 augusti 2009 kl 16.14

Ji deh swêdiyan heft bi nêtin xwe vaksîn bikin hember înfluensaya bi navê înfluensaya beraz hatiye nas kirin, ev agahdarî hatiye diyar kirin piştî lêkolîneke raya giştî ya hate birêve birin li gor daxwaziya birêvebiriya karûbarên civakî ve, Socialstyrelsen.

Du hezar kes beşdarî vê lêkolîna mezin bûn ya birêvebiriya karûbarên civakî, di lêkolînê de bersiva pirsa xwevaksîn kirinê dan, û eger ew nearamin û mereqa înfluensayê dikin yan na û bê ew zanin wê xwe çawa biparêzin ji înfluensayê.

Birêvebiriya karûbarên civakî danberheviyek çêkirin di awayê hizirkirin milet de ji aliyê xwevaksîn kirinê ve navbera temenên cuda û astên perwerdeyê cuda de, hem jî nevbera kesên li bajarên mezin de dijîn û ew kesên li gundan de dijîn, Anders Tegnell ji Socialstyrelsen, birêvebiriya karûbarên civakî dibêje ku diyar e tu cudabün tune ye ji aliyê hizir kirina van kesan ve:

- Tiştê hevbeş bo hemûyan ew ku cudabûnên mezin tunene ji aliyê asta perwerî ve, yan bê ew kesana çend salî nin, herçend piçek cudabûna jî hebe lê ne gelek e. Diyar bû jî ku cudabûn nebû navbera bajariyan ve û kesên li gundan dijîn. Awayê hizir kirinê derbarê pirsa vaksînê hevbeş e nav wan kesên beşdarî vê lêkolînê bûn.

Anders Tegnell ji Socialstyrelsen, birêvebiriya karûbarên civakî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".