Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêza kar ya ji derveyê welat bêkar dimînin li Swêdê.

Hat weşandin torsdag 27 augusti 2009 kl 16.20

Rewşa aborî ya xirab bandor kiriye ser hêza kar ya ji derveyê welat tê Swêdê, bi taybetî ji welatên din yên endamên yekîtiya ewrûpayê.

Hejmara kesên ji welatên endamê yekîtiyê yên kar dikin li Swêdê kêm bûnin bi sêbeşan yek di vê sala dawï de. Grûpa herî bêhtir bandor li wan bûye û mecbûr bûnin vegerin welat û malên xwe ji ber bêkariyê, polonî nin.

Di warê ava kirinê de ev yeka eşkere diyar e, bi taybetî nav karmendên tên bo Swêdê bo kar kirinê ji  Poloniyayê û Lîtauên. Gelek polonî nuha peywendiyê datînin bi sendîkeyê re bo ku wekî nimûne karibin alîkariya wan bikin bi wergirtina tezmînatên ji wan re hatinin.

Bêhtirînê kesên bêkar manin nuha, perên kaseya bêkariyê a-kassa wernagirin, bi zimanê swêdî nizanin û ji wan re gelekî bizehmet e karekî nû ji xwe re peyda bikin, lê her dîsan jî ew kesana naxwazin vegerin malên xwe.

Ev agahdarî li gor Stella Sima ji dayîreya kar ya Haninge li derveyê Stockholmê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".