Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Enbarên dermanê Tamiflu kevin derketin.

Hat weşandin tisdag 1 september 2009 kl 11.57

Nêzîka nîvê enbarên amadeyîyê yên dermanê Tamifluyê li Swêdê ji dema taybetî bo bi kar anîna wan di heyva şibatê de 2010 derbas dibe, ev yeka di heman dema tên texmîn kirin tê de ku înfluensaya beraz dê li dar be li Swêdê. Lê derman bi xwe her dîsan jî karin bên bikar anîn.

Li gor agahdarî û zaniyariyên herî dawî dora 2 180 kes ta nuha mirinin bi vê vîrusê ji dema hate keşif kirin di heyva çaran de ya vê salê. Çar kes nuha derbasî nexweşxaneyê bûnin û li wan tên nerîn li nexweşxaneya Karolînska ya zanîngehî, rewşa van kesan diyare gelekî dijwar e û bi pişikên çêkirî nefesa xwe dikişînin. Hatiye eşkere kirin jî nuha ku ji bilî van çar kesan li Swêdê, swêdiyek derbasî nexweşxaneyê bûye li Århus li Danmark.

Belav bûna bi lez ya înfluensaya beraz bû hoya daxwaza birêvebiriya karûbarên civakî ya Swêdê ku li qebûlkirina vaksînê di zûtirîn dem de bên nerîn. Û eger biryara yekîtiya ewrûpayê demê bikişîn e, wê demê qebûl kirina vaksînê li Swêdê çareyeke mumkirin e. Li gor Anders Tegnell, ji birêvebiriya karûbarên civakî nuha ser van herdu rêyan kar dikin, bo ku dawiyê nemînin bi vaksînekê di dest de ku êdî ne tên bikar anîn.

Di heman demê de dê ragihandin ku nêzîka nîvê enbarên amadeyîyê yên dermanê Tamiflu li Swêdê di heyva duyan de 2010, dema bi kar anîna wan derbas dibe, lê her dîsan jî karin bên bikar anîn. Eger tesîrên ji ber bi kar anîna wê eşkere bibin, wê demê dê hukûmet berpirsiyariya şirketa çêkirina derman ra dike, ev yeka tê bi wateya ku dewlet dê perên xesaretdanê bide milet û bi vê yekê jî mesref bêhtir dibe. Çareserkirina duem ew e ku dermanên nû bên kirîn bi nêzîka bikêmanî 100 miliyon kron.

Anders Tegnell ji birêvebiriya karûbarên civakî, Socialstyrelsen:

- Tu musîbet li dar nakeve, ji ber em gelekî zelalin bi dema bi kar anîna vî dermanî û ku derman bi xwe durist e bo bi kar anînê her piştî dema hatinin danîn bo bi kar anînê vî dermanî jî.

We guhdariya Anders Tegnell kir ji birêvebiriya karûbarên civakî, yên berpirsê enbarên dermanin.

Ji beriya çend salan ve Swêd enbarek dermanan saz kiriye ya dermanên antîvîrusê. Saz kirina enbareke wisa tenê bo amadeyiya welat e eger pandemiyek li dar bikeve.

Lê nuha dema tên bawer kirin ku besek ji vî enbarê dê bên bikaranîn ji ber înfluensaya beraz, eşkere bû ku nîva hejmara dermanan dikin kevin bibin. Ji 1,6 miliyon pakêtên dermanê Tamiflu, dora 725 000 ji wan dê bi awayekî resmî kevin bibin di heyva februarîyê de, şibata 2010. li gor Anders Tegnell tu rîsk tuneye ku derman peyde nebe:

- Eger em xwe di rewşeke wisa xirab de bibînin, ku em bi pêwîstiya van dermanan bin pistî ku dema taybetî bo bikaranîna wan derbas bûbe, em dê her dîsan jî karibin wan bi kar bînin. Di wê rewşê de em li gel daîreya dermanan dê jêazadbûnekê taybetî wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".