Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Perên gelek dê bên belav kirin ser beledî û meclisên wîlayetan.

Hat weşandin tisdag 8 september 2009 kl 12.43

Sermayedanînên bo beledî û mecilisên wîlayetên Swêdê doh hate pêşkêş kirin. Bo sala 2010 dê dora 7 miliyar kron bên danîn tenê bo belediyan û 3 miliyar kron bo mecilisên wîlayetan.  

Beledî û meclisên wîlayetên Swêdê SKL daxwaza 5 miliyara kiribûn, ya hukûmet soza wan dabû di buceya buharê de. Ev yeka tê bi wateya ku dê tevde 17 miliyar kron bên dan bo beledî û mecilisên wîlayetan sala bê. Ev sermayedanîneke giring e, serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ev yeka got dema dema sermeyedanîna buceyê pêşkêş kir li Sollentunayê:

- Em dixawzin karan rizgar bikin û biparêzin. Em dixawzin piştrastbin ji wê ku kvalîteyên baş dê berdewam be di koka refahê de. Em dixwazin piştrastbin ji hilanîna rîska bilind kirina baceyan ta ji me bê, ya em zanin bêhtir bi serê kesên xwedan miaşên normal û hem jî yên kêm de tê, ev gotinên serokwezîrê Swêdê bû Fredrik Reinfeldt.

Ji aliyê siyasetmedarên belediyan daxwaz eşkere bûye ku ew bi pêwîstiya pênc miliyar kronin di vê salê de, û pêncên din sala bê. Tevde dibe deh miliyar kron. Encamên herî dawî dibe 17 miliyar kron bo belediyan. Derbarê pirsa ku gelo ev nabe pereyekî gelek bi yek carê re? serokwezîr wisa bersiv da û got:

- Em dixawzin piştrast bin ji aliyê ku ta ji me bê bo demke dirêj em karibin rîska bilindkirina baceyan ra bikin. Em hizra wê dikin û xembarin derbarê bingeh û koka refahê û karê têde heye.

Ji bêhtirînê aliyan ve, opozisiyona siyasî, înstîtua konjunkturê, aborîzanên bankeyan, beledî û mecilisên wîlayetên Swêdê ev demeke dirêj daxwaza perên zêde dikin. Lê ji alîyê hukûmetê ve her car bersivên wan girêdayê bi agahdariyên krîsa li dar bû û rewşa aborî ya xirab. Ta heyva gulanê jî serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt got ku mecala sermayedanînê bi carekê re tuneye, û wezîrê aborî Anders Borg gelekê caran eşkere kiriye ku buceya payîzê dê buceyeke krîsê be.

Diyare di vê navberê re guhertinin li dar ketine. Beriya dora hefteyekê hukûmet sermeyedanînên buceyê pêşkêş kirin hember bêkariyê bi nêzîka 8 miliyar kron. Buceya payîzê ya dê 21 vê heyve eşkere bibe, tête payîn ku gava çaram jî de hebe di warê jêbirîna bacên kar, ya dike dora 10 miliyar kron. Wezîra kesibkariyê û seroka partiya navend, Centerpartiet, Maud Olofsson dixwaze bêje ku rewşa aboriya welat nuha baştir danberhev bi beriya dema havînê re:

- Gelekî giring e ku mirov sozên bêhtir nede ji şiyana mirov ya di dest de. Me nuha baş lê neriye û ji me re eşkere bûye ku ji dema buharê de hatinî bêhtir bûne û lêçûn kêmtir bûne.

Înstîtua konjukture geş bînin ji aliyê sermayedanînên bo belediyan, Mats Dillén ji Konjunkturinstitutet dibêje ku biriyara hukûmet baştir bû ji ya em lêhêvîyê bûn:

- Perên bo belediyan tên jimartin ji karên herî bi banor ser xistina kar di hereketê de dîsan, îca ji nerîneke siyaseta konjukturê karekî baş e. Bi van peran belkî jî mecal vebe hëdî hêdî bo pirbûna kar.

Bi vê sermayedanînê belkî jî êdî beledî ne bi pêwîstiya derxistina karmendan bin ji ser karê wan, Anders Knape serokê moderat yê beledî û meclisên wîlayetên Swêdê vê yekê bawer dike.

Li aliyekî din beledî henin bêhêvîbûnin. Wê ev perên gelek bên belav kirin ser beldiyan li gor prînsîpa dibêje: heman pere her serê kesekî. Ev yeka tê bi wateya ku dê hemn pere herin belediyên têrxwarî wekî belediyên di rewşeke xirab de bin û bandora krîsa aborî li wan bûbe, eger hejmara kesên di van belediyan dijîn wekî hevbin.

Seroka komîteya birêvebir ya belediya Botkyrka li başûrê Stockholmê, Katarina Berggren dibêje ku wekî nimûne ew dijimêrin ku sala bê dê beledî 250 miliyon korn yên hatiniyên baceyan ji dest herin. Ji bilî vê yekê jî lêçûnên wekî alîkariya civakî, social bidrag dê bëhtir bibe. Lêzêdekirina nuha 40 miliyon dide:

- Em bêguman kêfxweş dibin bo hemû lêzêdekirinan. Lê mirov hest dike ev dibe wekî çareyekê bo demeke kurt de. Hîna gelek maye bo ya em birastî bi pêwîstiyê nin.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".