Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolîn berdewamin bi Ghezali re.

Hat weşandin måndag 14 september 2009 kl 11.30

Agahdariyên bêhtir peyde bûnin di dawiya hefteyê de derbarê wan çar swêdîyên hatin girtin li Pakistanê beriya çend heftiyan, yên gumanjêkirî nin bi girêdanên terorîsitan re.

Roja yekşemê hate eşkere kirin ku yek ji girtiyan, girtiyê beriya nuha li zindana Guantanamoyê de bû, Mehdî Ghezali ye. Ta nuha lêkolîn hîna li dar e bi Ghezali re û swêdîyên din re ji aliyê rêxistina îstixbaratên Pakistanî ve û baliyozxaneya swêdî ta nuha nehatiye agahdar kirin derbarê nasnameyên kesên girtî.

Li gor Ekot, beşê nûçeyên radiyoya Swêdê, hukûmeta Pakistanê bawer dike ku Mehdi Ghezali dê yek ji ekstrêmîstên herêma-Waziristanê bîdîtaya, û nuha lêkolînê bi wî re dikin bo ku bi ser wî kesê peywendî bi Ghezali re danîye vebin. Tên ragihandin ku Ghezali bi kêmanî heftiyekê li bajarê Quetta maye li wîlaiyeta pakistanî, Baluchistan, beriya ku gera xwe berdewam bike ya bû sedemê girtina wî û yên bi wî re jî li wîlayeta Punjab di dawiya heyva heştan de.

Ekot radigihîne ku Ghezali bi xwe tenê gotiye ku ew û kesên bi wî re bi rê de bûn diçûn civîneke olî li bajarê Lahore bi grûpa îslamî re ya bi navê Tablighi Jamaat.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".