Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dalkurd FF amade nin nuha bo lîga yekem.

Hat weşandin måndag 14 september 2009 kl 15.37

Gotin êdî ji wê re nema divê. Tîma fotbolê ya bi nave Dalkurd FF pêşketina xwe îsbat kirin dema roja şemiyê bi serketin di matşa hemberî Sollentuna United FF re li devera wan û ya bû rêya wan ya rast bo lîga yekem, division 1.

Bi serketina Dalkurd di vî lîsitikê de gelekî mezin bû, matşa wan hate dawî bi 3-2 bo Dalkurd FF. Sê golên hatin kirin di matşa roja şemiyê de ji aliyê Seyhmus Abic, Memo Meral û Brwa Nouri ve bû.

Şefê werzişê yê Dalkurd, Elvan Cicen, gelekî kêfxweşbû bi serketina tîma Dalkurd û di hevpevînekê de bi radiyoya P4 ya Dallarna re kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

- Em dê her berdwam bin bi karê xwe û bo me ne tiştekî nûye, em dilîzîn bo em biserkevin û eger mirov bilîze bo serketinê dive armanca mirov bilind bin jî, bi dîtina min.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".