Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nêçîra çeteyan li taxên biyanî

Hat weşandin tisdag 27 oktober 2009 kl 16.36

Ev şeş meh in polêsê li bajarê Malmöyê li taxa Herrgårdenê 24 saatên rojê nobed digire û çavdêriyê dike. Niha ewê tevahiya hêza xwe bidin ser girtina serokên wan çeteyan ku karên krîmînel dikin. Gelek polês li van taxên bi nifûsek mezin biyanî kar kirine ji bo ku çeteyan aşkera bikin.

- Di gava dûem de emê serok-çeteyan bigirin û wan derxin pêş dadgehê, dibêje Börje Aronsson, şefê polêsê herêmî li Rosengård a Malmöyê

Belê, nêzî şeş meh berê polêsê Malmöyê biryar da ku taxên bi giranî nifûsa biyanî bigirin bin çavdêriyek 24 saatî, bi taybetî jî taxa Herrgården a Rosengårdenê, ku li wir gelek caran mal û mulk hatibûn sotandin. Jimara sotandinan niha gelekî kêm bûye û heta niha polês 153 kesan girtiye an jî binçavkiriye, piraniya caran ji ber sûcê sivik yê narkotîk.

- Lê niha polês pêngava dûem ya li hemberî çeteyên krîmînel dide destpêkirin û ew jî teqwiyekirina bêtir polês û polêsên sivîl e û operasyonên li dij hedefên xuyakirî, dibêje Börje Aronsson.

- Em dixwazin çeteyên sûc ji van taxan derxînin derve. Li vir jimarek mezin ciwan hene û ew di taxên xwe de asê mane û nikarin têkevin nav civaka Swêdê. Di vî rewşê de ne dûr e ku ew têkevin nav çeteyên sûc dibêje, Börje Aronsson.

1 MILYON KES AŞÎ BÛN!

Nêzî miljonek kes li Swêdê ji ber grîpa berazan heta niha aşî bûne, li gorî daxuyaniyek wezîra tendrustiya gelî, Maria Larsson. Lê li hêla din, direktorê Mudiriyeta karûbarên civakî (Socialstyrelsen), Anders Tegnell ji ber wan xebergerandinan ku aşî bi talûkeye xemgîn e.

- Weke mînak hatiye gotin ku Almanya dê aşiya xwe biguherîne, lê Tegnell dibêje tiştek wusa tune ye. Almanya dê aşiyek nû nekire. Ez hessasiyeta xelkê ya li hember aşîbûnê fam dikim, lê divêt mirov bi gotinên nerast yên belav dibin xwe nexapîne, dibêje Anders Tegnell ku bi Maria Larsson re tevlî civîna hefteyî ya li ser grîpa berazan bû.

Di wê civînê de serokê Daîreya gîştîya dermanan (Läkemedelsverket) Jan Liljemark jî beşdar bû û got heta niha pênc kesên aşî bûne jiyana xwe wenda kirine.

- Lê mirov nikare van mirinan bi aşîbûnê ve girê bide ji ber ku ew pênc mirov nexweşên giran bûn, dibêje Liljemark.

- Heta niha miljonek kes aşî bûne û heta têgerîn bi pêleke mezin belav bibe emê bigihin gelek kesan aşî bikin, dibêje Maria Larsson ji ajansa nûçeyan TT re.

ŞELANDINA BI HELÎKOPTERÊ

Duh mirovekî din hat girtin ku şik jê tê kirin tevlî şelandina mezin ya bi helîkopterê li hemberî depoya pareyan ya şîriketa G4S bûye.

Mirovê ku ev mehekî ye lê tê gerandin û di giyabê wî de biryara girtinê heye, duh bi xwe teslîmê polêsê Stockholmê bû, dibêje dozger Leif Görtz ji Radyoya Stockholmê re. Îfadeyê yekem hatiye girtin û îro dê îfadeyek dorfereh jî ji wî were girtin û piştre dê dozger biryar bide da ew girtî bimîne an jî lêpirsîn bi serbestkirina wî berdewam be.

Berya vê, bi gîştî 5 kes hatine girtin bi şika ku di 23ê îlonê de tevlî şelandina balkêş ya li dijî G4S ya li taxa Västberga ya Stockholmê bûne. Heta niha 3 kesên din ku hatibûne girtin, hatine serbetstkiriin.

6 KESAN 1 JI ALKOHOLÊ MIRIN

Sala çûyî, yek ji şeş şoforên wesayitan ku di qezayên trafîkê de mirin, dibin tesîra alkoholê de bûn, li gorî lêkolînek ku Enstîtuya dewletê ya nirxandina çûn-û-hatinê SIKAyê çêkiriye.

- Ev reqem ji bo min ne ecêb e, ji ber ku min bi xwe jî ferq kiriye ku jimara kesên alkohol an jî narkotîk bikar tînin di civakê de zêde bû ye, dibêje Björn Deichmann şefê lêpirsînan li teşkîlata polês a bajarê Jönköpingê. Deichman minak dide ku şoforekê qamyonê ku li ser rêya E4 de qeza kir, di xwîna wî de 4 promill alkohol hebû. Û ji wan 247 şoforên sala çûyî miron, sedî 16 kêmasî 2 promill alkohol di xwîna wan de hebû.

- Ji ber vê yekê pêwîst e kontrolên polês yên spontane bêtir bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".