Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara miriyan bêhtir bûye li Haîtî

Hat weşandin torsdag 14 januari 2010 kl 17.42
Li Haîtî. Foto: Jorge Cruz/Scanpix.

Piştî karîsata erdheja Haîtîyê, gelek welat dest bi şandina alîkariyan dikin. Nuha jî Swêd dest bi karê pêwîst yên alîkariyê kiriye bo sivik kirina êş û pêwîstiyên miletê Haîtî. Îro beriya nîvro yekemîn du kesên swêdî yên dê bi karê alîkariyê rabin û hem jî du pisporên zaniyariyên teknîkî sefer kirin bo Haîtî.

Hejmara miriyên vê erdheja mezin ta nuha hîna nediyar e, lê li gor serokê welat René Préval tên texmîn kirin ku navbera 30.000 û 50.000 kes mirinin ta nuha û çavkaniyên din bawer dikin ku hejmara miriyan bi gelekî bêhtir e ji van hejmaran û kare du car be li 50.000 kesî.

Andreas Holmgren karmendê yekîtiya netewyên yekgirtî ye û ew peyda bû li cih dema ev bela mezin bi ser Haîtîyê ve hat, li paytext Port-au-Prince, Holmgren bi vî awayî kavil û wêranbûn paytextê tîne ziman û dibêje:

- Beşên mezin ji bajar xerab bûye. Qesra serokê welat, dêra herî mezin ketiye, avahî û strukturên îkonîk di civaka haîtî de yekcar hilweşiya nin, ew yên beşekeî mezin ji wan wekî nasnameya welat bûn. Herweha avahiyên bingehîn yên biçûk, wekî nexweşxane û rêyan yên mirov kare bêje ku bi carekê ve têk çûnin.

Andreas Holmgren bû, karmendê neteweyên yekgirtî yê îro sibê beşdarî bernameya P1 morgon bûbû îro sibê.

Îro hate biriyar dan ku dezgeha parastina civak û amadebûnê, MSB, dê 12 swêdîyan bişîne Haîtî bo ava kirina kampeke bingehîn bo karmendên neteweyên yekgirtî. Nav wan de dê teknîkerên ava kirinê hebin, karkerên kehrebê, aşpêjek û nexweşnêr bo karmendên neteweyên yekgirtî.

Ev swêdîyên dê sefer bikin, ji bajarê Örebro li balfiran siwar dibin di du cara de. Roja înê dê yekem balfir rabe û bi xwe re jî dê xwarin û vexwarin û tiştên din yên pêwîst bo heftiyekê siwar bikin.

Wezîra alîkariyê ya Swêdê, Gunilla Carlsson dibêje ku birêve birina karê dana alîkariyê û kordîne kirin ya herî giring e nuha:

- Mirov piştî tsunamîyê xwe gelekî baş fêrî kordîne kirina alîkariya navneteweyî bûye di rewşên karîsetên mirovatiyê yên bi vî awayî. Û em li Swêdê bi birêveberayetî ev kara kiriye, ji aliyê dana alîkariyê ve di zûtirîn dem de, ji bilî wê jî hişiyariya me ji aliyê zanabûna karê her kesî.

Ji ber vê yekê jî giring e mirov bi agahdariyên girêdayê biriyarên swêdî ve zanibe, ku Sida zane bê wê çi bike û zû kar bi rê ve bibe, zû pera peyde bike û ne pêwîst e li hêviya biriyara hukûmetê bimîn e. Me dezgeha MSB heye ya ji nuha ve bi rê de ye û ya di zûtirîn dem de karmend peyda kirinin bo ava kirina karê parastinê û xilas kirina kesên sêvîl.

Gunilla Carlsson dixwaz e giringiyê bide wê ku Swêd ya duem e di cîhanê de bi dana peran bo fonda navendî ya karîstan ya neteweyên yekgirtî, û di sala 2009 de Sida 24 miliyon kron dan bo fondeke herêmî wekî fonda neteweyên yekgirtî bo Haîtî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".