Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkarî ji hemû alîyên cîhanê diçin Haîtî yê.

Hat weşandin fredag 15 januari 2010 kl 11.29

Karê parastin û xilas kirina mirovan berdewam e di roja sêyan de piştî erdheja bi hêz li Haîtî. Herçend alîkarî ji gelek aliyan ve hatiye welat, hîna jî bi hezaran kes li hêviya alîkariyê nin bo peyda kirina kes û merivên nediyar bin avahîyên ketî de.

Li gor rêxistinên danheva alîkariyê, ta nuha gelek alîkarî hatiye. Röda korset, xaçê sor ya swêdî ta doh beriya nîvro nêzîka 800.000 kron danhev bi rêya sms û malpera wan de.

Sida ragihand ku 6 miliyon kron dan, yên dê yekser bên bi kar anîn bo alîkariya Haîtiyê. Herweha Röda Korset ya swêdî, mobilîze dike nuha bo beşdar bûna karê alîkariyê ji aliyê peyda kirina pisporên cuda. Nina Paulsen, birêvebira karê karîsetan li Röda Korset ya swêdî:

- Pêwîstiyên îro peyda dibin ji aliyê karmendên dermanên destpêkî ne yên dê bên bi kar anîn li nexweşxaneyên meydanan de. Lê pêwstî henin jî ji aliyê teknîka avê û bijûnê ve û yên bêguman dê kar bikin bo ava kirina kar xaneyên paqij kirina avê bo ku di demeke kurt de ava vexwarinê çêbikin bo gelek mirovan.

Xaçê sor, Röda Korset ya swêdî dê ji sibê de pera bide hev li meydan û kolanan di temamê Swêdê de bo alîkariya bêhtir pêşkêşî Haîtî bikin. Li gor Erik Zacharisson, sekreterê giştî yê encûmena danhevê ya rêxistinên azad, giring e rêxistinên navneteweyî karê dana alîkariyê kordîne bikin bi hev re, ji ber giring e bo kesê alîkariyê dike bi dana peran bibînin ev hevkarîyeke baş e navbera rêxistinan de û ne hevrikê hevin.   

Sêşemê êvarî jî neh ji endamên encûmena dana peran ya rêxistinên azad derketin bi bangawazekê bo danheva peran bo kesên zerar li wan bûye li Haîtî yê.

Ta nuha nehatiye ragihendin eger kesekî swêdî birîndar bûye li wê derê di dema erdhejê de, lê hîna jî rewş nezelal e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".