Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Roja yekşemê yekem dermanxaneya prîvat li Swêdê ve dibe.

Hat weşandin fredag 15 januari 2010 kl 13.25

Şirketa bi navê Medstop destê xwe datîne ser 21 dermanxaneyê di herêma Mälardalen de, tenê li Stockholmê wê çara bi rêve bibin. Yekem dermanxaneya ya prîvat ya wê vebe, dermanxaneya Påfågel e li Scheelegatan li Stockholmê.

Sîmbolê şirketa Medstop ya dê bên bi kar anîn ser dermanxaneyan, xaçekî kesk e. Beşê mezin ji Medstop yê şirketa mezin ya bakûrî ye, Segulah, Ta nuha wan 62 dermanxane kirînin ji Ab:s apotek. Bi vê kirînê re jî dê guhertin li dar bikevin, li gor şefê dermanxaneya Påfågeln, Per Johansson.

Gelek rexne hatinin kirin ji aliyê opozisiyonê ve derbarê firotina monopola dermanxaneyan li Swêdê gelek, hem ji ber firotina dermanxaneyên hukûmî bo şirketên sermayeyê yên xwedan rîsk bi buhayiyeke kêm, û hem jî ku metirs dê hebe ku kesek nexwaze dermanxaneyan birêve bibin di civak biçûk de yên gelek kes tê de najîn. Wekî nimûne medstop hilbijartî ye ta nuha ku dermanxaneyên bajarên mezin bikir e, wekî li Stockholmê, Göteborg û li Malmö, ev li gor birêvebirê şirketa Medstop Fredrik Söderber.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".