Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Parastina Swêdê, guhertinek paradîgmî

Hat weşandin måndag 18 januari 2010 kl 17.19
Sten Tolgfors li Konferansa Gel û Parastin / Scanpix

Di parastin û artêşa Swêdê de guhertineke paradîgmî çêdibe. Cihê erka xizmeta leşkeriyê leşikerên profesyonel, yê bi pîşe digire. Swêd dê giranî bide ser şandina hêzên aşîtiyê lê her weha pêwîşt e li hemberî Rusyayê jî hişyar be, dibêje wezîrê parastinê Sten Tolgfors, di Konferansa Gel û Parastinê ya li Sälenê.

- Daxwaz û hedefa wan heye ku parastineke xurttir ya rusî ava bikin û ji bo vê yekê bêtir pare jî serf dikin. Lê divê em vê yekê reş û spî nebînin. Hîna jî butça parastinê ya rûsyayê ji dehan yekê hemû welatên Yekîtiya Ewropayê ye û kêmtirî butça hem Fransa û hem jî ya Brîtanyayê ye.

Belê, sedemê ku wezîrê parastinê yê Swêdê Sten Tolgfors di konferansa Gel û Parastin ya Swêdê de mesela Rûsyayê tîne rojevê ne ew e ku vî welatî weke talûkeyek nîşan bike, lê di angajmana parastina Swêdê ya di pevçûnên navnetewî de û şandina leşkeran ji bo welatên wekî Afghanistan û deverên din dixwaze hişyarbûnek li beramberî cîranan jî neyê jibîr kirin.

Konferansa Gel û Parastin ya li bajarê Sälen a li bakûrê Swêdê îsal 70 saliya xwe dagirt. Di konferansa îsalîn de behsa guhertinek paradîgmî tê kirin. Yanî êdî artêşa swêdê ne artêşekê li ser erka xizmeta leşkeriyê lê belê li ser bingeha leşkerên profesyonel tê sazkirin. Her weha artêşa Swêdê hem giraniya xwe dide ser wezîfeyên aşîtiyê yên li herêmên şer li cîhanê lê her weha ev artêş bi awayeke wusa jinûve hatiye rêxistinkirin ku bi gotina Tolgfors ”Hem kêrhatî be û hem jî amade be”. Parastina nû ya Swêdê û rêxistina wê ya mudaxeleyê bi awayê xwe yê nû dê karibe bi 50 hezar personelên xwe di nava hefteyekê de kêrhatî û amade be heger axa Swêdê were tehdît kirin.

- Heta niha di parastina Swêdê de valahiyek hebû. Parastinek me hebû; di nava sînorên me de  rêxistineke me ya mudaxeleyê ya netewî hebû û li hêla  din hêzeke me ya profesyonel ya ji bo wezîfeyên navnetewî hebû, ku ji welat gelek dûr bû. Di nav van her didûyan de valahiyek mewcûd bû. Gelo divê me ji bo herêma nêzîk, bakûrê Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Derya Rojhilat çi bikira? Bi pêşniyaznama hikûmetê ya parastinê, ku vê havînê hat diyarkirin, ev valahî êdî hatiye dagirtin, dibêje wezîrê parastinê Sten Tolgfors.

Guhertina herî girîng ew e ku erka wezîfa leşkeriyê bidawî dibe û di şûna wê de leşkerên artêşa Swêdê dibin profesyonel. Li gorî qanûnan mirov nikarîbûn leşkerên erka xizmeta leşkeriyê dikirin bişînin wezîfeyên derveyê welat.Ji ber vê leşkerên profesyonel yên bi kontrat dihatin şandin. Lê niha, dema tevahiya artêşa Swêdê ji leşkerên profesyonel were avakirin ev dikarin, ew dibin xwedî pîşe û dikarin li her deverî ji bo parastina Swêdê û herêma nêzîk jî werin bikaranîn.

Bi vî re dê Swêd karibe li gorî erkên xwe yên nû jî tev bigere, klausula pişgiriyê ya ku parlamentoyê vê havînê qebûl kir. Li gorî vê, heger welatekî bakûrî an yê endama Yekîtiya Ewropayê bibe hedefa êrîşekê wê demê Swêd jî dê karibe hem alîkariya leşkerî bide û wergire.

Lê rakirina erka xizmeta leşkerî  di nav gelê Swêdê de ne xwedî piştgiriyeke xurt e. Li gorî lêkolînên raya gîştî ji sisiyan didûyên Swêdiyan li dijî rakirina vê sîstemê ne. Û hîna jî piraniya Swêdiyan ne hayedar in ku sîste erka xizmeta leşkerî bi dawî dibe. Jytte Guteland seroka rêxistina ciwanên sosyaldemokrat SSU ye:

- Biçe kîjin dibistana lîseyê dixwazî li Swêdê û bipirse da erka xizmeta leşkerî heye an artêşek profesyonel, û da xeta ku siyasetvanan xuya kirine çî ye, dê piraniya kesan bersiv bidin û bibêjin sîstema erka xizmeta leşkeriyê heye, dibêje Guteland.

Her weha rexne heye ku guhertina sîstema artêşa Swêdê bi awayeke bêdeng û bêyî agahdarkirina gelê Swêdê hatiye meşanedin. Her weha nayê zanîn jî da dê kufletê wê yê aborî çiqas giran be. Wezîrê parastinê Tolgfors duh di axafitna xwe de qebûl kir ku dê gelek pirsgirêkên nehatine texmînkirin karin derkevin. Lê xeta nû, dê berdewam be. Li hêla din her kes ne di wê baweriyê de ye ku ev guhertinên têne çêkirin baş in. Urban Ahlîn, berdevkê sosyaldemokratan yê pirsên karûbarên derve ye:

- Rast e, di şûna erka xizmeta leşkerî de, leşkeriyekê li ser bingehê dilxwaziyê guhertineke paradîgmî ye. Guhertineke mezin e. Lê ez bi şik nêzîkê vê yekê dibim. Ev guhertin tenê bi piraniyek çend dengan di parlamentoyê de derbas bû. Bi ya min divê mirov parastina Swêdê ewqas bêxem negire dest. Di  pirsên wekî vê de pêwîst e mirov konsensusek peyda bike. Ji bilê vê ez guheritneke paradîgmî nabînim. Lê wezîrê parastinê gelek tiştan mubalexe dike dibêje ”amadekariyek me ya xurt heye, derfet û îmkanên me yên fereh hene, emê gelek tiştan bikin û wekî din” Lê ev tişt îro, di halî hazir de li holê tune ne. Ew dixwaze van tiştan di pêşerojê de çê bike. Wezîrê parastinê, hêzên artêşê yên berê yên di dîroka me de weke hêzên li ser kaxiz bi nav kir, ji bo ku karibe bibêje îro hêzeka me ya muhteşem heye. Lê mixabin di rastiyê de tiştê li ser kaxiz, konstruksiyona wî ya parastina pêşerojê ye, dibêje Ahlin.

Di axaftinên îro yên Konferansa Gel û Parastin ya li Sälenê de partiyên muxalefetê Sosyaldemokrat, Kesk û Çep jî siyaseta xwe ya hevbeş diyar kirin. Partiya Kesk li gel rakirina erka xizmeta leşkeriyê bû lê ne sosyaldemokrat û partiya çep. Tevî ku li dij e, serokê partiya çep Lars Ohly dibêje dema werin ser kar ewê siyaset hikûmeta berê neguherînin:

- Heger erka xizmeta leşkerî were betal kirin, ku ev rîsk mezin e, em ne di wê rewşê de ne ku piştî hilbijartinek vê sîstemê bipaş ve bînin. Lê emê nîqaş bikin da em çawa dikarin sîstemek baş ya ji bo peydakirin personelên leşerî saz bikin. Û di wan nîqaşan de dê partiya çep bi berdewamî sîstema erka xizmeta leşkeriyê biparêze, dibêje Lars Ohly.

Lê di çend pirsên din de partiyên bereya çep hemfikirin, weke mînak dixwazin jimara balafrien JAS kêm bikin û çek û malzemeyên leşkerî, ku îro nayên firotin ji welatên di şer de re, her weha nefiroşin welatên ku ne xwedî sîstemeke demokratîk in jî. Mona Sahlîn seroka sosyaldemokratan li ser pirsa ku ev dikare îxracata çekan kêm bike Sahlin dibêje.

- Gelek welatên demokratîk jî hene ku pêdiviya wan bi parastineke xurt û parastina demokrasiya xwe hene.

 ZANA SCHIROYI

 zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".