Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Opozisiyon daxwaza temînên nexweşiyê yê nû dikin

Hat weşandin tisdag 19 januari 2010 kl 11.59

Paredaneke bilintir bo temînên newxeşiyê û bêyî demeke sînorkirî bo wergirtina perên nexweşiyê, ev e pêşniyara opozisiyona sorkeskan ya îro pêşkêş kirin di beşê şîroveyê de di rojnameya Dagens Nyheter ya swêdî de.

Tên pêşniyaz kirin ku asta paredanê bilind bibe ji 75 ji sedî ta 80 ji sedî û asta herî bilind îro ya hejmara bingehîn bi heft û nîvan bibe deh.

Ew kesên îro ji sîstêma wergirtina temînan derketinin dê li gor pêşniyara opozisiyonê careke din vegeriyabana sîstêma temînan û li rewş her kesekî bi serê wan hatibaya nerîn bi hevkarî li gel foneke nû ya rêhabîlîte kirinê.

Eger opozisiyon bi serkevin di hilbijartinên vê payizê de dê pêşî li temînên nexweşiyê bên nerîn, ev yeka bi beşdarbûna hemû partiyên parlamanê û terefên din di bazara kar de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".