Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îslamîstên dest ji karê rêxistinên xwe berdidin dê pêştgîriyê wergirin

Hat weşandin tisdag 19 januari 2010 kl 15.19

Wezîra Swêdê ya hevgunciyê Nyamko Sabuni dixwaz e piştgîriya wan îslamîstan bike yên dixwazin dest ji rêxistinên islamî yên ekstrem berdin.

Derbarê vê yekê jî ji komîteya birêvebir ya ciwanan hatiye xwestin nuha ku lêkolînekê çê bikin derbarê pêwîstiya saz kirina çalakiyên taybetî bo wan kesên dixwazin dest ji ya ji wê re tên gotin, îslamîsma zor û şer dixwaz e, berdin.

Beriya nuha alîkarî û piştgîrî hatiye pêşkêş kirin bo wan kesên dest ji rêxistinên nazîyên nû berdanin, û nuha heman alîkarî tên xwestin bo îslamîstan jî. Îro baş tên diyar kirin ku ekstremîsm her li Swêdê jî peyda dibe û hêdî hêdî bi hêztir dibe, wezîra hevgunciyê ya swêdê Nyamko Sabuni wisa dibêje:

- Me çend tor û rêxistinên ku ciwanên dûrî civakê nin dikîşînin xwe, peyda kirinin. Em zanin jî ku gelek ji wan ciwanan dixwazin karê van rêxistinan berdin, lê piştgîriyê nabînin ji aliyê civakên tê de dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".