Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Konferansa Dêrsimê tecrîta CHPê xwest!

Hat weşandin måndag 25 januari 2010 kl 16.31

Konferans Dêrsimê 23ê çile li avahiya ABF a Stockholmê bi strana ”Dêrsim welatê mawo” ve ji aliyê hunermend Ciwan Haco ve hat vekirin. Chak beşa Swêdê ku ev konferans amadekir bang li parlamentoya Swêdî dike ku bûyerên Dêrsimê yên salên 1937-38 weke tevkujî nas bike. Qadir Nadir berpirsê Chak komîta Swêdê ye. Û profesorê dîrokê Davîd Gaunt ku axaftinekê kir got bûyerên Dêrsimê hemû şertên ji bo navkirina tevkujiyê bicîhtînin.

- Neteweyên Yekbûyî îzahek, definisyonekê tevkujiyê daye me û ku dibêje:  Heger niyetek li cem hikûmetê heye ku bi temamî an beşek ji xelkekî tûne bike, sirf ji ber ku ew xelkekî ne. Yanî êrîş dibin ser mirovan, ne ji ber ku ew bi sûcek rabûne lê tenê ji ber wê sedemê ku ew endamê xelkekî ne. Û di vê meselê de Kurdên Dêrsimê hedef bûn. Her weha em li delîlan digerin, delîlên ku îspat bikin ku hedef tunekirina grubekê bû ye. Yek ji van delîlan ew e ku êrîşkar ne tenê şervanên zilam dikujin, lê her weha jin û zarok jî dikujin û van kuştinên xwe piştî têkbirina serhildanê jî berdewam dikin, dibêje David Gaunt, yek ji axaftvanên sereke yên Konferansa Dêrsimê.

Lê daxwaz û banga sereke ya konferansê li Enternasyonala Sosyalîstê ye, ku partiya komerger a tirk CHPê ji endametiyê bavêje.

Sedemê vê jî ew e ku  cîgirê serokê CHPê Onur Öymen mijdara sala çûyî di nîqaşên li ser pirsa kurd de li meclîsa Tirkiyê qetlîama Dêrsimê parastibûn û çareserîya pirsa kurd red kiribû.

Onur Öymen gotibû

- Ma di serhildana Şêx Said de dayîk negiriyan, di serhildan Dêrsimê de dayîk negiriyan, li Qibrisê dayîk negiriyan. Ma tu kes wê demê got bila dayik negirîn em vê têkoşînê rawestînin.

Ev gotinên Öymen rê li ber nerazîbûnên tund vekirin û ta ku rêvebirek partiya wî yê Dêrsimî jî banga îstîfayê li Öymen kir. Lê Onur Öymen ji ber gotinên xwe poşman nebû got ew li ser rêça Atatûrk e û ne AKP. Ataturk li hemberî serhildêrên çekdar têkoşiya û ne wekî AKPê muzakere kir, got Öymen û gotinên ku wî weke  ”faşîst” îtham dikin qebûl nekir û got ev heqaretin li kesekî Sosyaldemokrat yê wekê wî.

Onur Öymen, bûyerên li Dêrsimê weke qetlîam û tevkujî înkar dike, her weha dewleta Tirk jî. her çendî serok-wezîrê tirk Recep Tayip Erdogan cara yekem bûyer weke Qetlîama Dêrsimê binav kir jî.

Profesor David Gaunt li ser daxuyaniya Onur Öymen dibêje:

- Hîna jî kemalîst li Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk divê bi şîddetê werine çareserkirin û bê teredût hazirî û amaedkariya darbeyên leşkerî dikin.

Parlamenterê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê BDP Serefettin Halis jî yek ji axaftvananên konferansê bû û bi ya wî cihê partiyek weke CHP di Enternasyonala Sosyalist de tune ye: Ji ber ku CHP partiyek nijatperest e û xwe weke sazûmankarê tenë yë komara tirk dinase û çêbûna darbeyên leşkerî meşrû nîşan dide, cara dawî meh û nîv berê parlamenterek CHPê darbeyên leşkerî parast. Divê Enternasyonal Sosyalist rêxistinên bi karaktera CHPê di nava xwe de nehewîne, dibêje Şerefettin Halis, parlamenterê Dêrsimê lê li ser pirsa me da gelo Enternasyonal bi rastî çima CHP ji endametî navêje, Halis dibêje gelek partiyên enternasyonalê li welatên xwe an li ser hikûmin an jî partiyên mezin yên muxalefetê ne. Mixabin xuyaye berjewendiyên netewî li pêş prensîbên sosyalîstî tên dibêje Şerefettin Halis.

Di konferansê de nûnerên hemû partiyên Swêdî axivîn û her weha berpirsên sazî û komeleyên kurdan jî. Şanoger Kemal Görgü skeçek li ser serhildana Dêrsimê pêşkêş kir.

Belê, li Dêrsimê Serhildanek çêbû. Lê tiştê ku bûyer dike qetlîam ewe ku piştî têkbirina Serhildanên û dardakirina serokên wê Seyîd Riza û hevalên wî artêşa tirk bi hêzekê zêdeyî 50 hezar leşker berdewam dike û millet qetil dike, dibêje professorê dîrokê David Gaunt.

- Delîlên herî xurt ku qetlîam îspat dike arşîv û belgeyên ordiya tirk bi xwe ne. Fermandariya Gîştî ya Tirkiyê di pirtûk û belgeyên xwe de vekirî dinivîsîne da wan çiqas kes, çawa kuştine û çend kes dîl girtine û şandine sûrgunê.

- Delîlek qetlîamê dîsa belgeyekê ye. Di wir de tê gotin ku wan li herêmekê 8 hezar kurd kuştine lê tenê hezar heb çek bidest xistine. Yanî ev tê wê maneyê ku ji wan 7 hezar kes bêçek bûne. Û ev kes weke sivîl tên qebûlkirin. Ev sûcekê taybetî ye, sûcek gelek giran e, dibêje Gaunt.

ZANA SCHÎROYÎ

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".