Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelatên kêzika zêrîn

Hat weşandin tisdag 26 januari 2010 kl 10.58
Naomi Rapace, xelatgira rola sereke ya jin/Scanpix

Xelatên giran yên kêzika zêrîn (guldbagge) duh êvarê di galaya li Circus a Stockholmê de çû ji fîlma Zilamên ji jinan nefretê dikin (Män som hatar kvinnor).  Fîlma ku li ser bingehê pirtûkên Stieg Larsson hatiye çêkirin hem xelata rola sereke ya jin (Naomi Rapace) û hem jî xelata fîlma herî baş wergirtin.

Rapace di axaftina xwe ya galayê de gotinek bi tenê got:

- Spas!

Fîlmên din yên di galaya xelata kêzika zêrîn de herî zêde derketin pêş Wênekêşê Dawetê wergirê xelata rejiyê Li binbanî stêrk diçirisin bûn. Xelata fîlma dokumenterî jî çû ji belgefîlma Ebbe the movie ya li ser jiyana weşanger Ebbe Carlsson ku di bin navê detektîfiya prîvat de bi şefê polês Hans Holmer re teoriya ku kurdan Olof Palme kuştiye meşandibû, teoriyek ku di dawiya salên 1980yî de bi skandalek mezin bi encam bûbû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".