Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya kirêya xaniyan zêde dibe

Hat weşandin tisdag 26 januari 2010 kl 11.48

Di nav çar salên dawî de cara yekem alîkariya ji kirê ya xaniyan (bostadsbidrag) zêde dibe, li gorî agahiyên kovara Hem & Hyra.

Hêrî zêde alîkariya ji bo kesên ciwan zêde bûye, bi heşt prosentî. Zêdebûna gîştî prosentekî ye lê dîsa jî guherînekê berçav e, dibêje kovar.

Zêdebûna wergirtina alîkariya kîrayê ya ciwanên bê zarok herî bilind li wîlayetên Jämtland, Dalarna och Västernorrlandê ye. Lê alîkariya ji bo malbatên bi zarok herî pirr li wîlayetên Jönköping och Kronoberg zêde bû ye.

Di kanûna 2009’an de bi gîştî 176 500 malên li Swêdê alîkariya kirêya xanî(bostadsbidrag) werdigirtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".