Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dozger di bin tehdîtê de

Hat weşandin tisdag 26 januari 2010 kl 11.50

Di nav van dido salên dawî de bêtirî yek ji deh dozgeran bûne hedefa cûreyek tehdît, şîddet an jî taadeyan. Ev, encama anketekê ye ku sendîka hiqûqnasan JUSEK di nav endamên xwe de daye çêkirin.  Vê yekê navenda nûçeyan ya televizyona Swêdê Rapport radighîne.

Ev tehdît hem bi awayek sergirtî û hem jî bi awayeke vekirî tê kirin, û her weha di salona dadgehê de jî  êrîş çûye ser dozgeran.

Ji sedî 18yê dozgeran dibêjin dema ew dişin ser kar, ew xwe ne-ewle hîs dikin. Sendîka JUSEK banga xurtkirina ewlekariya dozgeran dike da ew karibin karê xwe bi awayeke rêk û pêk bi cîh bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".