Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

GM, Saab firot ji Spyker a hollandî re

Hat weşandin onsdag 27 januari 2010 kl 10.03
Saab bû ya Spykerê. Wêne:Henrik Montgomery/Scanpix.

General Motors, GM, duh êvarê da zanîn ku ew Saab difiroşe ji şîriketa hollandî Spyker re. Her weha hilberîn, produksiyona, Saab jî li Swêdê dimîne û tu pîlan tune ne ku karker ji kar derxînin. Vê yekê xwediyê nû ragihand. Û karkerên Saab yên li bajarê Trollhättanê, Mats Roos duh êvarê vê nûçeyê bi şampanya pîroz kir.

- Em niha pîroz dikin û hêvî dikin ku Saab di pêşerojê de jî li Trollhättanê bimîne. Û hêvî dikim ku 10 sal paşê jî li vir otomobil çêbikin, dibêje Mats Roos ku ev 15 sal in li Saab kar dike.

Peymana kirîna Saab dê di nîvê meha sibatê de bi dawî bibe. Buhaya Saab bi gîştî nêzî 2,9 mîlyar kron e.

Spyker yekser 530 mîlyon kron dide GM. Û pareyê mayê, 2,3 mîlyar kron jî GM weke deyn dide Spyker. Divê Spyker herî dereng çar sal paşê dest bi paşvedana deynê xwe bike. Û niyet ew e ku Saab hetanî wê demê pare kar bike.

Li gorî agahiyan, bêdiliya berê ya GM ya ji bo firotina Saab ji bo Spyker berjewendiyên rûsî yên di nav şîrketa hollandî ya otomobîlên spor de bûn. Lê li gorî îddiayan niha tu têkiliyek rûsî bi Spyker re nema ye.

Lê hêj çend gavên din jî mane. Divê Banqeya Sermaye danînê ya Ewrûpayê, EIB, deyn bide. Lê ji bo ev pêk were hikûmeta Swêdê soz daye ku xerentiya deynekî çar mîlyar kronî bide. Wezîra karûbarên bazarê Maud Olofsson:

- Ji bo em encamek bidest bînin me gelek ked da. Her weha gelek hevparên din jî, weke mînak sendîkayan û rêvebiriya şîriketê karekî bêhempa kirin. Û ev yek bandor li ser Spyker jî kiriye, wan dît ku da çi enerjiyek mezin li Saab heye, dibêje Maud Olofsson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".