Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aboriya Swêdê leztir tê ser xwe

Hat weşandin onsdag 27 januari 2010 kl 16.50
Borg dibêje krîza aborî leztir derbas dibe. Wêne:Scanpix

Aboriya Swêdê ji texmînan xurttir pêş dikeve û Hatiniya Netewî ya Nesafî di sala 2010 de bi sedî 3 zêde dibe, beramberî texmîna berê ya bi sedî 2. Ev pêşbînî ji aliyê wezîrê aboriyê Anders Borg ve hat diyarkirin. Hikûmet her weha bawer dike ku dê bêkarî îsal bigihe asta herî bilind, sedî 9,5 û piştre dakeve jî û sala 2014 dakeve sedî 6,5.

-Encama ku em ji van jimaran derdixin ew e  ku Swêd bi gavek leztir ji nav krîza aborî derdikeve. Em di krîza herîz xedar ya ji sala 1929 û vir ve re derbas bûn. Hêviya me ew e ku mesrefkariya li nav welat leztir bibe û bi vî re derfet bide çêbûna karên nû. Û hêviya me ew e ku ev karên nû di sektora xizmetê de peyda bibin, dibêje wezîrê aboriyê Anders Borg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".