Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ferqa navbera çep û rast kêm dibe

Hat weşandin fredag 29 januari 2010 kl 15.37

Ferqa navbera bereyên siyasî yên swêdê kêmtir bûye, li gorî lêkolînên dawî yên raya gîştî ku rojnama Dagens Nyheter bi şîrketa Synovate daye çêkirin.

Heşt meh berya hilbijartinan, ferqa mezin ya ku bereya kesk-û-sor li pêş bû di nava mehekî de bi nîvî bûye. Heger hilbijartin îro bihata çêkirin dê bereya kesk-û-sor ji sedî 48,6ê dengan wergirta û bereya partiyên burjuwa jî dê 45,7 prosentê dengan. Ferqa meha kanûnê 49.4 prosent beramberî 42 ,9 bû.

Pêşkeftina partiyên di koalisyona hikûmetê de piştî pêşkêşkirina siyaseta hikûmetê ya alternatî ya bereya keskûsor tê. Van partiyên muxalefetê siyaseta hevbeş ya parastin û siyaseta derve û ya sîgorta nexweşiyê aşkera kiribû.

Li hêla din lêkolîn nîşan didin ku partiyên Xiristiyanên demokrat, Navend û Çep nêzî baraja sedî çar ya ketina parlamentoyê dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".