Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sendîka û karbidest ji hev dûr ketin

Hat weşandin fredag 29 januari 2010 kl 15.39

Peymana gîştî ya di navbera xebatkar û karbidestan de nêzîk dibe û her dû alî tu car ewqas dûrê hev mewzî negirtine. Sendîka dawa zêdekirinek maaş ya derdora sedî 3 dikin. Lê karbidest di peymana navendî de zêdekirine sifir pêşniyaz dikin.

Peymana gîştî ya di navbera xebatkar û karbidestan de nêzîk dibe û her dû alî tu car ewqas dûrê hev mewzî negirtine. Sendîka dawa zêdekirinek maaş ya derdora sedî 3 dikin û sendîka xebatkarên bazarê ji niha ve daxwaziya sedî 3.7 ya bilindkirina maaşên karkerên endam dikin. Her weha piraniya federasyonên LO jî bilindiyek sedî 2.6 dikin. Lê ji aliyê xwe ve karbidest di peymana navendî de zêdekirine sifir pêşniyaz dikin û dibêjin her peymanek divêt li lokal were muzakerekirin.

Li hêlek din jî yekem cîgirê şefê Banqeya Navendî Svante Öberg jî texmîn û pêşbîniya Banqeya navendî ya ji bo salên pêş me diyar kir û ew jî zêdekirineke maaşan ya bi sedî 2.5.

- Ev, pêşbînî ya herî nizim ya 40 salên dawî ye. Heger maaş zêde werin bilindkirin wê demê enflasyon jî bilindtir dibe û divêt em faîzan jî bilindtir bikin, dibêje Svante Öberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".