Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Östro(s) dixwaze bonus qedexe bike

Hat weşandin fredag 29 januari 2010 kl 15.45
Östros dixwaze bonus qedexe bike / Scanpix

Sosyaldemokrat dixwazin bonusên ji bo şefên bilind yên banqeyan rawestinin. Bi ya partiyê, sedemê krîza fînans û aboriyê ev bonus bûn.

Destpêka vê hefteyê Swedbank piraniyek mezin ya bonusên pîlankirî rawestandibû. Lê banqeya Nordea bi biryar e ku îsal 3 milyar kron bonus, yan jî maaşên bihereket, belav bike.

Ji hêla din ve serokê şîrketa Investor Jacob Wallenberg hişyariyek dide ku nîqaşên populîst yên wekî li ser bonusan dikare bazara fînansê zêde bi qaîdeyan ve girê bide. Lê berdevkê siyaseta aboriyê yê sosyaldemokratan Thomas Östros hazir e ku qaîdeyan tundtir bike û bonus ji binî ve qedexe bike:

- Banqe xwedî taybetmendiyên cûda ne. Mukafatkirina xebatkarên xwe divê ne tenê girêdayê keyfa wan be, ji ber ku krîzek di nav sîstema banqeyê de zerar dide her kesî. Ji ber vê divê Mufettîşîya Fînansê ji bo dijwarkirina qaîdeyan lêpirsînek çêbike, dibêje Östros.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".