Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şefê polês bi şika tecawizê tewqîf bû

Hat weşandin fredag 29 januari 2010 kl 15.56
Göran Lindberg û parêzerê wî Karl Harling. Wêne:Roger Vikström/Scanpix

Şefê polês yê Uppsalayê yê berê Göran Lindberg duh ji ber şika sûcên tecawiz û seksê hat tewqîf kirin. Sedemê tewqîfkirina Lindberg ew e ku bi xurtî şik tê kirin ku wî meha çile ya sala çûyî tecawizê jinek ciwan kiriye û her wehe îsal hazirîya tecawiza dijwar ya çend zarokan kiriye.

Girtina Lindberg ya ji ber van sûcan rê li ber reaksiyonên tund vekirin.

”Şikên bi vî rengî bi serê xwe tenê karesateke mezin e” dibêje şefê grûpa li dijî şîddeta nav malbatê yê polêsê Stockholmê û mudirê gîştî yê polês Bengt Svensson jî dibêje vê bûyerê bandorek nebaş li ser baweriya xelkê ya bi polês re kiriye:

– Lê her weha xelk fam jî dike ku ev, mesela polêseke berê ya şexsî ye. Û elbet wez fam dikim ku xelk difikir da polês çawa dikarin li hemberî mexdûrên ku divêt biparêzin vî tiştî bikin, dibêje Bengt Svensson, mudirê gîştî yê polês.

Göran Lindberg di xebata xwe ya nav polês de xwe weke mirovek ku li ser yeksanî û tadaya seksûelî semîneran didan derketibû pêş. Ew sûcdarî, înkar dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".