Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Monodramaya Pasewan hatiye mêvandariya şanoyên Swêdê

Hat weşandin fredag 5 februari 2010 kl 17.11

Bo cara yekem e Riksteater ya Swêdî şanoyekê bi zimanê kurdî pêşkêş dike û digerîne li neh bajarên Swêdê.

Monodramaya Pasewan, ji nivîsandina Dilşad Mustafa ye, pêşkêşkirina akterê mezin yê kurd Ehmed Salar e û ji karê derhêner Arsalan Darwesh e. Pasawan hatiye pêşkêş kirin beriya nuha li Kurdistanê û hem jî li Almanya yê, nuha bûye mêvanê Swêdê jî.

Ehmed Salar yek ji hunermendên navdar e ji başûrê Kurdistanê û ew dixwaze bi şanogeriya xwe ya monodramatîk, êş û derdê miletê kurd di sîh salên serdema Sadam Husên de eşkere bike, bi taybetî rewşa jina kurd tê de derbas bûye. Ew dixwaze hem jî hoyên penaberên kurd yên îro li Swêdê dijîn bide nasîn bi bînerên swêdî. Akterê kurd Ehmed Salar dê bi serê xwe vê drama yê pêşkêş bike, ya vê carê hatiye wergerand bo zimanê Swêdî jî.

Îro wê Tïma şanogeriya Pasawan amade bin li Karlstad û gelek bajarên din jî çav li rê nin, Uppsala, Kristianstad, Lindesberg, Gävle, Västerås, Stockholm, Eskilstuna û Södertälje.

Bernameya Pasewan li Swêdê:Karlstad (5/2) Uppsala (6/2) Kristianstad (8/2) Lindesberg (10/2) Gävle (11/2) Västerås (12/2) Stockholm (13/2) Eskilstuna (14/2) Södertälje (15/2).

Bo Peywendî: www.riksteatern.se/press:
Mimmi Fristorp, berpirsa çapemenî li Riksteater 070-528 99 15

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".