Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Divê mezin derbasî cîhana ciwanan bibin di înternetê de

Hat weşandin onsdag 10 februari 2010 kl 16.32
Foto: Claudio Bresciani /Scanpix

Doh roja Safer Internet Day bû, rojeke taybetî girêdayî ciwanan û bi kar anîna internetê bi awayekî emîn dûr ji metirsan.

Ev roja di temamê ewrûpayê de hate şîrove kirin û herweha li Swêdê jî di konferansekê de tê de gelek kesên kar dikin bi ciwan û zarokan re hatibûn civandin bo ku zaniyariyên xwe bêhtir bikin derbarê bi kar anîna zarok û ciwanan bo Internetê û hem jî bi kar anîna telefonên destan yên mobîl.

Komîteya birêvebir ya ciwanan, Ungdomsstyrelsen, gelekî giring dibînin ku zaniyariyên mezinan bêhtir bin ji aliyê zarok û ciwanan ve û bi kar anîna wan ya înternetê, û di buharê de dê materiyalên nû pêşkêş bikin bi metod û awayên nû derbarê ciwanan, seks û Internet.

Nîvê hejmara keçan û 13 % ji kuran yên navbera temenê 16 û 25 saliyê de, ser wan re derbas bûye ku kesek ji wan xwestiye ew ser cins û seks bipeyivin yan jî wêneyên xwe deynin ser internetê, ji wan jî 1,7 % ser wan re derbas bûye ku seks bi kar anînin bi wergirtina peran bi kesekî re nas kiribin ser internetê bi xwe.

Nuha gerek e ew mezinên bi şêweyekî kar dikin bi ciwan û zarokan re çi di dibistanan de, cihên dema vala yan jî di miayenexaneya ciwanan de, divê baştir xwe fêr bikin bê ciwan çawa peywendiyê dikin ser înternetê bo ku di zûtirîn dem de problem û belên cinsî peyda bikin. Nivîskar Maria Nyman ji komîteya birêvebir ya ciwanan, dibêje ku zaniyariyên pêwîst ba mezinan tune ne.

- Li gor baweriya min alav û şîretên baş ba mezinan tunene bo ku bi ciwanan re bipeyivin derbarê vê astengiyê. Bê çawa wê bi wan re ser cins û seks bi peyivin, eleqet û hevaltî ser înternetê. Ev yeka jî ji ber mezin bi xwe wekî ciwanan înternetê bi kar naînin û ciwanin yên îro roj xwediyê înternetê nin. Em divê bi wêr û bi ceger bin û ez bawer dikim mezin ne xwedan wê zaniyariyê nin bo sipartina pirsan.

Maria Nyman bawer dike ku zaniyariyên mezinan ser internetê kare gelek belan rawestînin beriya bi serê zarokan de bên:

- Eger em vî warî eşkere bikin wê demê yên mezin jî karin bêhtir beşdar bin di vê yekê de. Gelek tişt karin bên kirin îro bêyî ku mezin bi wê hest bikin yan amade bin li cih. Eger mirov amade be û pirsan bike, wê demê belkî mirov karibe bûyerên xirab rawestîne. Divê jî mirov ji bîr neke ku internet bo hemû kesan ne xirab e, lê giring e mirov behsa vê yekê bike, astengiyê eşkere bike û pirsan bike.

Şîret û amojgariya Maria Nyman bo dêûbavan û mezinên kar dikin bi zarok û ciwanan re ew e ku bi çavekî rastî li jiyana zarok û ciwanan binerin ser înternetê:

- Elaqet û peywendiyên wan wekî yên di jiyana normal de bibînin û pirs bikin: ma hun bi kê re bûn îro? herçend li mal jî bin û li wê binerin wekî meydanekê tê de bi rastî hevdû dibînin. Tiştê kare di hewşa dibistanê de bibe kare ser înternetê jî bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".