Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mezinbûna aborî armanca siyaseta alîkariya swêdî ye

Hat weşandin fredag 12 februari 2010 kl 12.19
Foto: Karel Prinsloo/Scanpix.

Hukûmeta Swêdê biriyar daye ku armanceke nû peyda bike bo siyaseta alîkariya swêdî. Mezinbûna aborî awayekî giring e ya dê pêşketinê saz bike û hejariyê kêm bike di welatên alîkariyê werdigirin.

Opozisiyon rexnedarin û ditirsin ku xebata hember hejariyê li afrîqiyayê wekî nimûne, têkeve rewşeke xirab de. Göran Hägglund, serokê partiya demokratên krîstîyanî û wezîrê civakî biriyara hukûmetê diparêz e.

- Xebata hember hejariyê beşeke ji siyaseta alîkariya swêdî, lê her tişt e. Divê  em mercên pêwîst saz bikin bo ku ev welatana hêdî hêdî karibin bi xwe karê xwe bi rê ve bibin û xwe xilas bikin. Göran Hägglund dibêje ku di wê rewşê de alîkarîya durist roleke mezin û giring dilîz e.

Hukûmet bingehek daniye bi saz kirina encûmeneke taybetî, bi nûnerên ji wezaret û daîreyên resmî, lê berî her tiştî ji endustrî û bazirganiyê. Ev yeka ji bo ku nûnerên hatinin civandin alîkariya hukûmetê bikin bi hem xibret û hem jî zaniyariyên ji karê wan.

Gunilla Carlsson, wezîra alîkariyê,  bawer nake ku tu metirs hebin bi beşdar bûn û têkelbûna endustrî û bazirganiyê di siyaseta alîkariya swêdî de:

- Ez vê rewşê tenê wekî qezncekê dibînim û bawer dikim ku Swêd û alîkarî bi xwe karin tenê faydê bikin ji şiyan û xibreta endustrî û bazirganiyê danberhev bi rewşa berevajî re. Tu armancên veşartî tunene di nav xwedan şireketên hatinin hilbijartin de di grûpê.

Navê wê bûye encûmena bo endustrî û bazirganiyê û pêşketinê, kurtasiya wê jî tên naskirin bi swêdî TU-rådet. Ji bilî sê misteşarên wezaretê ji qelema hukûmetê, nûnerên cuda ji daîreyên navdar, nûnerek ji sendîkeyê, kesên din jî dê rûnên di vê encûmenê de bi girêdanên li gel endustrî û bazirganiya privat de jî.

Ev encûmen berdewamiyeke ji biriyara hukûmetê ye ya dibêje ku mezinbûneke aborî dê bibe prînsîpeke nu ya alîkariyê. Li gor dîtinên hukûmetê ta nuha tu welatên nimûneyî payde nebûnin di vê cîhanê de yê karîbûn zora hejariyê bibin, bêyî ku di heman demê de xwedan mezinbûneke aborî ya xweragir bin.

Gunilla Carlsson dibêje ku hizra vê yekê ew e ku ev kesana divê alîkariyê pêşkêş bikin bi xibret û zaniyariyên xwe yên di cihana alîkariyê de peyde nabin:

- Min bala xwe daye vê yekê di gerê xwe de, ku bêhtirînê caran dema ez diçim meydana kar ez gelek karkerên Sidayê dibînim yên bi germî li karê xwe dinerin, û baliyozek û hem jî gelek şirket yên mijûlê karê alîkariyê nin û herweha nûnerên  rêxistinên civaka sîvîl. Bi taybetî ew û xwedan şirketan ew in yên bêhtirînê caran haya wan ji rewşê heye û hizir û fikrên balkêş ba wan peyda dibin.

Lê henin jî ew kesên xwedan rexne û dîtinên dijî wê ku mezinbûn aborî bên dîtin wekî armanca serekî bo alîkariyê, ji bilî wê jî ku giraniyekê bi vî awayî bên dan bo endustrî û bazirganiyê di vê encûmenê de. Yek ji dengên rexnegir Kent Härstedt e, peyivdarê siyaseta alîkariyê ya partiya sosialdemokratan:

- Bi dîtina min ev yeka beriya her tiştî wekî nêzîkbûnekê ye bi aliyê endustrî û bazirganiyê ve. Dixwazin bi zorê endustrî û bazirganiyê tevlî siyaseta alîkariya swêdî bikin. Herçend kêmtir pere bên bo xebata bingehîn ya hember hejariyê her kêmtir merc dê hebin bo sazkirina mezinbûna tedbîran.

Yek ji endamên vê encûmenê Renée Andersson e, ew bi xwe berpirsa etîk û jîngehê ye di şirketa Indiska de ya cilan û bergan. Û ew dibîne ku dabeş kirina navbera karê alîkariyê û endustrî û bazirganiyê de dîtineke awayekî paşketî ye û bêtasîr e.

- NGO yên herî başin û xwedan şirket yên xirabin. Divê em dûr kevin ji van dîtinên ehmeqî yên li gor min hîna wisa nin, ji ber min dîtiye bê şirket jî karin çi karî bikin.

Li hêla din hukûmet bêhn tengiya xwe diyar kiriye hem ber rêxistina alîkariyê Sida, ya nuha dixwaze pera deyine ser hev bi derxistina kesên giring ser karê wan, ev yeka ji ber sala par bi 20 miliyon kron xisar bû. Îro hukûmet civînekê taybetî li dar dixe bo ku vê rêxistina alîkariya ya hukûmî, Sida rawestîn e û nehêle karmendan ser karê wan derxin di welatên wekî Iraqê û Afganistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".