Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdê qirkirina 1915'an nas kir

Hat weşandin torsdag 11 mars 2010 kl 19.04
1 av 2
Parlamentoya Swêdê qirkirina 1915 bi dengekî zêde nas kir. Wêne:Scanpix
2 av 2
Gulan Avci (FP)

Parlamentoya Swêdê pêşniyaznama qirkirina ermenî, asûrî, suryanî, keldanî û puntosên yunanî ya sala 1915 qebûl kir. Parlamento bi 130 dengên li dij û 131 dengên li gel, tevî nerazîbûna hikûmetê ev qirkirin nas kirin.

Di naskirina qirkirinan de dengê parlamentera kurd Gulan Avci ya ji Partiya gel a lîberal (FP) xuyakar bû. Ji ber ku partiyên burjuwa yên ser hikûm li hev kiribûn ku dengê nehênî bikar bînin. Lê ji ber ku Gulan Avci ya ji yek ji wan partiyên burjuwa dengê erênî bikar anî qirkirin hat naskirin.

Gulan Avci di axaftina xwe ya di parlamentoya Swêdê de got:

- Qirkirin ji aliyê leşkerên tirk û bi destûra hikûmeta osmaniyan ve hat pêkanîn. Di vê qirkirinê de ji xelkê min jî însan, kurd jî, beşdar bûn. Ta ku hîn xizmên min tevlî qirkirin û kuştinan bû lê hîn xizmên min jî alîkariya ermenî û suryaniyan kirin û wan veşartin, got Gulan Avci (Dirêjiya axaftina Gulan Avci bi swêdî – li jêr guhdar bike).

Pêşniyaznameya naskirina qirkirinên 1915 ji aliyê partiyên sosyaldemokrat, çep û kesk ve hatibû amadekirin lê Komisyona karê derve ya parlamentoyê di 2 adarê de  di derbarê pêşniyaznameyê de dengê red li parlamentoyê tewsiye kiribû.

Û îro dema parlamento dest bi nîqaşan kir wusa dihat bawerkirin ku dê pêşniyazname neyê qebûlkirin, ji ber ku parlamenterên partiyên burjuwa di piraniyê de ne.

Ji ber vê yekê jî biryara îro ya naskirina qirkirina 1915 ya contirkên împaratoriya osmaniyan hinek weke suprîzek bû.

Fermo guhên xwe bidin raporek li ser beşek ji nîqaşên îro ku di navbera saat 12.00-14.00 di parlamentoya Swêdê de hatin kirin.

Yê ku îro ewil di nîqaşan de mafê gotinê girt û axivî Gustav Blix ê ji partiya moderat û endamê komisyona karê derve bû. Bi ya wî diviya parlametoya Swêdê bûyerên 1915’an weke qirkirin nas neke û vî karî ji dîroknas û dadgehan re bihêle. Gusta Blix wuha got:

- Komisyona karê derve ya ku partiya moderat jî têde pêşniyaz dike ku pêşniyaznameya qirkirinan were redkirin.Tiştê pêwîst ne dengdanên ji bo qebûlkirinê ye ku aloziyan bilind mezin dike. Di şûna wê de ya pêwîst lihev hatin û hevûdû efûkirin e. Û vë yekê parlamentoya Swêdê tu car nikare bi dengdanan pêk bîne, dibêje Gustav Blix ji partiya Moderat.

Belê parlamentoya Swêdê îro ji saat 12ê nav rojê heta saat didoyan nîqaşek tund li ser naskirina qirkirina kurdan li başûrê Kurdistanê bi destê rejima Saddam û qirkirina salên 1915 ya filehan kir.

Pêşniyaznameya naskirina qirkirinê ji aliyên partiyên muxalefetê Socialdemokrat, Çep û Kesk ve hatiye amadekirin û li wir tê daxwazkirin ku qirkirina 1915 ya ermenî, asorî-suryanî, keldanî, û puntosan weke qirkirin were naskirin. Lê partiyên hevgirtina burjuwa yên ser hikûm dixwazin ev pirs ji aliyê dîroknas, dadgeh û lihevhatinên nav xwe û navbera Tirkiye û ErmenÏstanê de were çareserkirin.

Lê partiyên sorûkesk dibêjin naskirin qirkirinê jibo rêzgirtina qurbanan gelek girîng e û ev yek her weha zext li ser Tirkiyê jî dê bike ku bi rastî jî dest bi pêvajoyeke lihevhatin û naskirina qirkirinê bike, vê yekê ji partiya çep Hans Linde dibêje:

- Rast e, divê em parlamenter dîrok nenivîsînin. Lê ême jî berpirsiyariyek me, wezîfeyek me heye ku li hember rastî û delîlên dîrokî helwestek wergirin, ku tiştên qewimîne bi navê wan ê rastî navbikin; û ji qirkirinek re bibêjin qirkirin.Heger Tirkiye dixwaze bibe welateke demokratîk wê demê pêwîste ew bi dîroka xwe re rûbirû bibe, dibêje Hans Linde yê ji partiya Çep.

Komisyona karê derve ya parlamentoyê her weha pêşniyaza naskirina Enfalê ya sala 1988’an weke qirkirin red dike, bi mebesta ku dadgeheke îraqî demeke kin berê vê yekê weke qirkirin nas kiriye û ev bes e, dibêje komisyon. Her weha sosyaldemokrat jî alîgirê naskirinek nîn in. Lê Bodil Ceballos parlamenter partiya kesk dibêje em dikarin bi biryarek naskirinê piştgirî bidin biryara dadgeha îraqî.

– Alî Kîmyawî ji ber Enfalê ji aliyê dadgeheke îraqî ve ji ber sûcê qirkirinê hat ceza kirin. Ji ber vê yekê partiya kesk û ya çep dixwaze vê biryarê bi pêşniyaznameyeke naskirineke qirkirinê xurt bike, dibêje Ceballos.

Lê tiştê herî balkêş ya di nîqaşên li parlamentoya Swëdê de ya îro ew bû ku da çima partiyên weke Partiya Gel a Liberal û Xiristiyanên demokrat ku berê ji bo naskirina qirkirinên piştgirî dane niha helwestên xwe guhertine. Bi ya Hans Linde ji partiya çep Moderatan zexteke ewqas mezin li ser partiyên hevkarên xwe kirin e ku, ew ji derveyê îradeya xwe deng didin. Û wan vê yekê ji bo wê mebestê kirine ku danûstendinên Tirkiye û Swêdê xerab nebin, dibêje Hans Linde:

– Gelo heger em îro ji bo naskirina qirkirinê dengê erênî bidin dê Swêd çi wenda bike? Ev dê zerarek abori nede Swêdê. Emê qanûnên navnetewï binpê nekin. Mebesteke bi tenê ya meşrû ku ez dibînin ew e ku dê Carl Bildt dema li Enqerê bi nûnerê dewleta tirk re kokteyl ve hinek aciz bibe, dibêje Linde.

Li ser vê yekê Gustav Blixê ji partiya moderat jî êrîşek bir ser sosyaldemokratan ku dido sal berê li dijî naskirina qirkirina 1915’an dengê li dij bikar anîbun. Blix got sosyaldemokrat piştî ku kongra dawî li dijî rêvebiriya partiyê helwest guherand wan jî helwest guherttine û niha dixwaze ji bo naskirina qirkirinê deng bide.

- Çima sosyaldemokratan çend meh berya hilbijartinan helwest guhertine?, dipirse Blix.

Lê Carina Hägg ya ji Sosyaldemokratan jî ji aliyê xwe ve êrîşek bir ser Moderatan û got dema serokwezïr Fredrik Reinfeldt serokê muxalefetê bû soz dabü ku dema werin ser hikûm qirkirin nas bikin. Lê partiya wê niha beravacî vê dike.

– Fredrik Reinfelt vê helwestê parastiye û ev di arşîva dengan de heye. Lê bi rastî jî gelek ecêb e ku mirov di muxalefetê de xwedî helwestek be û li ser hikûm helwesteke din wergire, dibêje Carina Hägg ji partiya Sosyaldemokrat.

Lê di nîqaşa qirkirinê  ya parlamentoya Swëdê de îro gotinên herï ecëb dawiyê de hatin kirin. Erik Ullenhag ji partiya gel a liberal di axaftina xwe de got bûyerên 1915 qirkriine, lê ew naxwaze parlementoya Swëdê di vî warî de biryarek fermî wergire.

- Ew zordestî û qetilkirinên ku hat serë wan însanan û heta îro jî kesën xelas bûne digre bin bandora xwe. Ew tiştên ku hat serê ermenî, asori-suryanï keldanî û puntosan, ew tişt qirkrin bû. Lê dîsa jî partiya gel a lîberal naxwaze em vê yekê di parlamentoyê de weke qirkirin nas bikin. Gelo Çima? Bi ya me vê biriyarê divê dadgeh û organên navnetewî û herï baş jî dadgehên wan welatan, şûna parlamentoya Swêdê de, dibêje Erik Ullenhag ji partiya gel a liberal.

Di nîqaşên îro de gelek diyar bû ku hîn partî û parlamenter dema li muxalefetê ne xwedï helwestek û li ser hikûm jî xwedï helwesteke din dibin, di mesela naskirina qirkirinan de.

Parlamentera partiya navendê Center, Kerstin Lundgren, ku bi xwe pêşniyaznameyeke ji bo naskirina qirkirinê dabû parlamentoyê îro bi hevgirtina partiyên burjuwa yên ser hikûm re tevgeriya û qebûlnekirina pêşniyaznameya qirkirinê parast. Lundgren got,ew peymana bi partiyên hevkar diparêze lê da hîskirin ku ew di pêşerojê de dikare careke din helwest biguherîne.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".