Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
KRÎZA QIRKIRINÊ

Reinfeldt biryara qirkirinê nas nake

Hat weşandin måndag 15 mars 2010 kl 11.03
Reinfeldt piştî axaftina bi Erdogan re li pêş çapemeniyê/Scanpix.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ji ber biryara parlamentoya swêdê ya naskirina qirkirinên 1915’an xemgîn e. Vê yekê Reinfeldt roja şemiyê di axaftineke bi telefonê de ji bi serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan re got. Piştî ku ev nûçe di malpera Erdogan de hat belavkirin Reinfeldt roja yekşemê derket pêş çapemeniya swêdî.

- Min di derbarê biryara bêwext ya parlamentoyê de xemgîniya xwe anî ziman, ji ber ku niha di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de dîyalokeke lihevhatinê pêş dikeve, ku bi ya min gelekî girîng e. Li hêla din ve jî ez xemgîn im ji ber ku ev biryar dikare bibe destpêka xeteke nû ya siyaseta derve, dibêje Reinfeldt.

Reinfeldt ji navenda nûçeyan ya Radyoya Swêdê Ekot re dibêje hikûmet niha biryara parlamentoyê analîz dike – lê heta ku ew bi xwe serokwezîr be dê hikûmet li gorî vê biryara parlamentoyê tev negere û qirkirin nas neke.

- Bi ya min heger hikûmeteke sorûkesk vê yekê bike xeteke siyaseta derve dê ev bêşensiyeke mezin be. Wê demê dê ev ji bo Swêdê bibe xeteke nû ya siyaseta derve. Û ev jî dê danûstendinên nav Swêd û Tirkiyê têxe rêyeke nû.

Gelo ji ber çi ewqas pêwîst bû ku tu însiyatîfa vê  axaftinê (bi Recep Tayyip Erdogan re) bigirî?

Swêd alîgirek dilgerm ya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê û dostekî xurt e. Pêkeftinên ku Erdogan û partiya wî çêkirine bi xwe re pêvajoyeke lihevhatinê bi Ermenîstanê re daye destpêkirin, însiyatîvekê demokrasiyê pêşxistiye û ji bo mafên kêmenetewan vekirinekê çêkiriye. Ez û hikûmeta Swêdê dixwazin mil bidin ber van hewlên reformkar, dibêje Reinfeldt.

Rojnama Dagens Nyheter jî bi bîra Fredrik Reinfeldt tîne ku wî bi xwe di sala 2006 de piştgirî dabû pêşniyaznameyekê naskirina qirkirinê, lê gelo çima niha li dij e. Reinfeldt dibêje wê demê komîsyona karê derve ya parlamentoya Swêdê bi yek dengî pêşniyazname qebûl kiribû û wekî din jî ji sala 2006 ve li Tirkiyê gelek tişt guherîne û di navbera Ermenistan û Tirkiyê de pêvajoyeke lihevhatinê dest pê kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".