Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya gel û entegrasyon

Hat weşandin måndag 15 mars 2010 kl 17.11

Dawiya hefteyê Partiya Gel a Liberal li bajarê Västeråsê konferansa şaredariyan li darxist. Ya balkêş ew bû ku partiya gel a ku pirsa hevguncî û biyaniyan kiribû yek ji pirsên xwe yên bingehîn di konferansa dawiya hefteyê de vê yekê tu car dernexist pêş. Û serokê partiyê Jan Björklund ku roja şemiyê axaftineke dirêj kir careke bi tenê jî gotina hevguncî yanî ”entegerasyonê” bilêv nekir. Lê ev nayê wê wateyê ku wan ji vê pirsê re çavên xwe girtine, got serokê partiyê Jan Björklund ji beşa navnetewî ya radyoya Swêdê re.

- Peydakirina kar û dibistanên baş bixwe entegrasyon e. Di axaftina xwe de min gelek caran van babetan anîn ziman. Dibistanên baş li herêmên biyanîyan xebata herî baş e ku civakek dikare bike ji bo xurtkirina entegrasyona pêşerojê. Û ez di wê baweriyê de me ku ew reformên ku emê niha di sîstema perwerdeyê de çê bikin dê kalîteya li dibistanan bilindtir bike û yên ku ji vî herî zêde bi qezenc derkevin dê ew şagirt bin ku rewşa wan a dibistanê herî zehmet e, bi taybetî jî zarokên biyanî.

Bi vê armancê Partiya Gel a lîberal dixwaze di kampanya xwe ya hilbijartinê de pirsa perwerdeyê bike yek ji wan ên sereke û pêşniyaza wan a herî berçav ew e ku berpirsiyariya dibistanan careke din ji şaredariyan derbasê dewletê bibe.

Jan Björklund dibêje ew ji siyaseta entegrasyonê ya hikûmetê razî ye û balê dikşîn e ser biryarên ji bo xurtkirina perwerda zimanên swêdî ji bo biyaniyan SFI û di şûna saziyên sosyalê de wezîfedarkirina daîreya karî Arbetsförmedlingen ji bo lezkirina entegrason û gavavêtina kesên nûhatî ji bo bazara kar. Björklund dibêje em niha di kunjuktureke daketî ya aborî re derbas dibin û dê wext bigire heta em encamên berçav bibînin.

Rapora Alberico Lecchini & Anders Ljunggren ji SR International

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".