Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karker û karbidest alozî kûr dikin

Hat weşandin måndag 15 mars 2010 kl 17.17

Aloziya di muzakereyên peymana gîştî ya navbera karbdist û sendîkayan de, bi gotinên tûj yên ji her dû aliyan ve kûrtir dibe. Sendîka endustriyê IF Metall û çend federasyonên sendikayan yên LOyê pêşniyaza navbeynkaran red kirin. Mudirê gîştî yê sendîka karbidestan Svenskt Näringslîv Urban Bäckström di derbarë gotinên tûj yên sendîkayên karkeran de xemgîn e û tehdîtên grevê yên van sendîkayan red dike.

- Swêd û sanayîya Swêdê hîna jî xwe ji wê krîza kûr  û xedar xelas nekiriyê. Ev krîz weke ya salên 1990î kûr e  û wê demê mirov nikare helwestên bi vî rengî bigire, dibêje Urban Bäckström ji Svenskt Näringsliv. Berî her tiştî sendîkayan helwestên xwe tund û gotinên xwe tûj kirine. Ne di cîh de ye ku mirov di halî hazir de tehdîta greveke mezin bike, dibêje Bäckström.

Lê ji ber ku ew xwe dixe nava kar û barê karbidest û karkeran û sendîkayan rexne dike, seroka LOyê Wanja Lundby-Wedin rexneyên giran li Urban Bäckström digire. Bi ya wê mebestên krîza aborî ne di cîh de ne:

- Rast e krîzeke me heye. Û vê krîzê xwe hem di bazara fînansê de û hem jî di branşên cûda yên bazara kar de xwe nîşan da. Lê em îro dibînin ku em gihane dawiya vê krîzê û niha bi pêş ve diçin. Her çendî jimara bêkariyê zêde be jî hêza paredayîna şîrketan xurtir dibe, dibêje seroka LOyê Wanja Lundby Wedin. Ji ber vê derfetên baş hene ku em di warê zêdekirine maqûl ya maaşan de bazariyeke baş çê bikin. Di vî rewşê de daxuyaniyên Bäckström gele şaş in, dibêje Lundby-Wedîn:

Li hêla din, li gorî lêkolînekê ku şïrketa Skop çêkiriye gelek swêdî bawer dikin dê maaşên wan ên şexsî zûtir bilindtir bibe, her çendî krîza aborî berdewam e jî. Örjan Hultåker analîzkar li Skop:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".