Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jinên şef ji hemkarên xwe yên zilam kêmtir qezenc dikin

Hat weşandin torsdag 25 mars 2010 kl 15.43

Destheqa şefên jin ji şefên zilam kêmtir e û ferqa di navbera maaşên wan de her diçe mezintir dibe. Vê yekê lêkolîneke sendîka Ledarna nîşan dide. Di lêkolînkirina maaşên 65 hezar şefî de derket holê ku şefên zilam binavincî 1600 kron zêdetir ji şefên jin werdigirin.

Binavincîya maaşên jinan 34 hezar kron e. Annika Elias ku seroka federasyona sendîkayên Ledarna ye xemgîn e û dibêje:

- Yekem tiştê herî xemgîn hebûna ferqekê ye. Ya dûem jî, her çendî diçe mezinbûna vê ferqê ye.

Hêj bi awayeke ewle ne diyar e da sedemê vê ferqê çî ye. Lê Annika Elias dibêje di xuyakirina maaş de diyar e ku ji biliî zanebûn û kompetens de faktorên din jî tên berçavgirtin.

- Diyar e ku di xuyakirina maaşan de li cem şîrketan strukturên têra xwe baş tune ne. Ji ber vê faktorên wekî cinsîyet di xuyakirina maaşan de rolekê dilîze. Aşkera ye ku ji bo xuyakirina maaşan krîterên têra xwe objektîf tune ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".