Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêdana sebiyên biçûk zêde dibe

Hat weşandin torsdag 25 mars 2010 kl 15.45

Lêdana sebiyên biçûk van salên dawî lli Swêdê zêde bûye. Lê ne diyar e da ev zêdebûneke rastî ye an ji ber wê yekê ye ku lênêrîna nexweşan bêtir caran gilî dike. Staffan Jansson doktorê zarokan û profesorê zanistiya tendrustiya gelî dibêje:

-  Hinek kes dibêjin ev zêdebûn ne zêdebûneke rastî ye, di şûna wê de metodên baştir yên teşxîsê û kifşkirina zerarên serê zarokan e. Em vê yekê dikarin bibînin.

Van 30 salên dawî lêdana zarokan li Swêdê gelekî kêm bûye. Lê anketên bi dê û bavan û reqemên ji Midûriyete karûbarên civakî ya gîştî nîşan didin ku di şûna wê de lêdana sebiyên biçûk zêdetir bûye.

- Di hemû grûpên temenan de zerarên ketina erdê kêm bûne, ji bilî sebiyên biçûk. Di wê grûpê de zêde bûne. Zêdebûna herî zelal ketinên zerarên serî yên ji ber ketina erdê ye. Yên herî zêdan lêdan xwarine her tim zarokên biçûk bûne. Li welatên rojavahî ev her tim wusa bûye. Û zarokên herî bi kêm parastin jî yên herî biçûk in, ne wusa? dipirse Jansson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".