Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xizanî bi nîvî kêm bûye

Hat weşandin måndag 29 mars 2010 kl 17.47

Jimara mirovên xizan yên li Swêdê di nav deh salên dawï de bi sedî pêncî kêm bû, tevî ku ferqa di navbera kesên bi hatina aborî ya zêde û nizim di heman demê de zêdetir bûye. Vê yekê Midûriyeta karûbarên civakî Socialstyrelsen di raporekê xwe de dide zanîn ku li ser bingehê lêkolînek navbera salên 1997 û 2007 hatiye amadekirin.

Li gorî raporê para kesên ku di sînorê xizaniyê de dijîn ji sedî yazdehê civakê daket sedî pênc. Rîska herî mezin ya xizantiyê jî li cem ciwanan, dayikên bi tenê dijîn û biyaniyan heye. Bi ya amadekarên raporê sedemê rîska bilind ya xizanbûna biyaniyan nûhatina wan a Swêdê û zehmetiyên têketina bazara kar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".