Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zêdebûna şirketên nû di demeke gelekî kurt de

Hat weşandin torsdag 3 juni 2010 kl 16.21

Şirketên nûvekirî li Swêdê bi awayekî gelekî bilez pirbûnin. Di meha gulanê de bi 47 ji sedî bêhtir şirketên nû vebûn li Swêdê, danberhev bi heman mehê re sala par.

Li gor hejmarên navenda şirketên nû, Jobs and Society bandora rewşa aborî ya nuha ber bi ronahiyê ve diçe, li ser pirbûna hejmara şirketên nû kiriye.

Lê li hêla din jî hukûmet sînorê herî nizim daxistiye bo mezinbûna sermayeya pardarîyê di şirketên pardariyê , şirketên aksiyan.

Di her pênc mehên yekem de yê vê salê 27 000 şirketên nû hatin qeyid kirin li Swêdê, ev hejara dike 16 ji sedî bêhtir ji heman demê salê par.

Qanûnên nû ya ji heyva çaran de dest pêkir bo hesan kirina vekirina şirketan li Swêdê bandoreke diyarkirî nîşan daye ser rewşa warê bazirganiyê.

Ev pirbûn jî li gor Bolagsverket, saziya şirketan, li hemû beşên Swêdê şirketên nû tên vekirin û bitaybetî li Gävleborg û Västerbotten.

Amir al Maleh ji IFS, dibuje ku ew bi wê re ye ku şirketën pardariyê bêhtir dibin. Lê li hêla din şirketên biyanî vedikin, yên şexsî bi wê zêde bûnê pir nebûnin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".