Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Katrineholm peymana penaberan betal kir

Hat weşandin måndag 7 juni 2010 kl 15.26
Göran Dahlström

Şaredariya Katrineholmê dawiya meha gulanê peymana qebûlkirina penaberan ya bi Daîreya Koç re betal kir. Lê wezîrê koç Tobias Billström ji ber vê yekê rexneyên giran li Şaredariyê digire. Biryara betalkirinê bi mebesta ku şaredariyê gelek sal ser hev jimarek dido car bêtirî peymanê qebûl kiriye hat dayîn

- Niha ewqas zêde penaber tên Katrineholmê ku êdî derfetên me nemane em bi awayeke baş wan bicîh bikin, dibêje serokê rêvebiriya şaredariyê Göran Dahlström ê sosyaldemokrat.

Li gorî peymana bi Daîreya Koç(Migrationsverket) divê Katrineholm salê 100 penaber qebûl bikin. Lê ji sala 2007 û vir ve şaredarî dûcar bêtir penaber bicîhkirine. Sedemê vê jî ew e ku xizm û malbatên penaberan jî tên şaredariyê û malbatên penaberan yek dibin. Her weha jimarek kesên mafê rûniştinê wergitine jî li Katrineholmê bicîh dibin û gelek zarokên bi tenê hatine Swêdê jî li şaredariyê bicîh dibin. Sedemê betalkirina peymanê jî ev e.

Bi ya serokê rêvebiriya şaredariyê Göran Dahlström Katrineholm yek ji wan şaredariyan e ku li gorî mezinbûna xwe herî zêde penaber qebûl dike. Sala çûyî 175 penaber li şaredariyê bicîh bûn, li gorî rêvebiriya parêzgeha Södermanlands län piştî bajarê Eskilstunayê herî zêde Katrineholm cîh da penaberan. Lê hikûmeta Swêdê ku hewl dide bêtir şaredarî jimareke mezintir penaber qebûl bikin ji vê biryara Katrineholmê kêfxweş nîne. Û wezîrê koç Tobias Billström biryara şaredariyê weke helweseteke ”dijî piştgiriya” penaberan dinirxîne.

 - Bi ya bin tişteke gelek xemgîn e ku şaredariyek bi rêvebiriya sosyaldemokra ji qebûlkirina penaberan re dibêje na û bi helwestek piştgir tevnagere, dibêje Billström.

Lê bi ya serokê şaredariyê, Göran Dahlström, Katrineholmê heta niha helwesta herî zêde piştgir nîşan daye û bang li hemû şaredariyan dike ku ew jî mil bidin ber vî barê giran. 

- Derfeta me tune ye ku em mal û xanî bidin wan. Piraniya penaberan di nav zehmetiyên mezin de ne, û neçar in li malên hevûdû bimînin. Rewşa wan bi rastî jî baş nine. Xwendin û nivîsandina piraniya wan zarokên tên vir tuneye û her weha rewş ji bo gelek salmezinan jî wusa ye. Pêdivî bi aboriyek xurt heye ji bo mirov karibe di bin barekî ewqas giran de rabe, dibêje Dahlström.

Gelo heger alîkariya aborî ya ji Daîreya koç û dewletê were zêdekirin hun dê karibin weke berê berdewam bikin?

- Di ware dibistanê de ew îhtîmal heye. Lê pirsa mezin tunebûna xaniyan e. Daîreye koç xanî ava nakin, dibêje Dahlström.

Piştî betalkirina peymanê dê şaredarî salane milyonek kron wenda bike, ku weke alîkarî ji rêvebiriya parêzgehê werdigirtin ji bo qebûlkirina salane 100 penaberî. Niha êdî tenê penaberên ku xizm û malbatên xwe li şaredariyê hene dê karibin li Katrineholmê bicîh bibin.

Ji ber ku şaredariyên li Swêdê xwedî otonomiyekê fereh in mafê wan heye ku qebûlkirina penaberan red bikin an jî weke Katrîneholmê peyman betal bikin. Sala çûyî jî şaredariya Helsingborgê peymana xwe ya bi Daîreya koç betalkiribû, lê îsal Katrineholm şaredariya bi tenê ye. Göran Dahlström dibêje pêwîst e bêtir şaredarî xwe têxin bin barê qebûlkirin penaberan lê wezîrê koç Tobias Billström vê mebestê şaş dibîne.

- Ew dibêjin divê bêtir şaredarî berpirsiyarî hildin ser milên xwe. Lê diyar e ew bi xwe ji vê berpirsiyariyê direvin. Bi ya min ev dûbendiyekê ye, dibêje Billström. Di halê îro de piraniyeke mezin ya şaredariyên Swêdê bi Daîreya koç re peyman çêkirine. Nêzî 270 ji 290 şaredariyan niha xwedî peymanekê ne. Ji ber vê divê mirov rêbazên baştir yên xebatê saz bike. Ne tişteke xweş e ku mirov biryarên wusa bide ku ku bibe sedema girankirina barên şaredariyê din, dibêje Billström.

Li şaredariya Katrineholmê sosyaldemokrat di rêvebiriyê de xwedî piraniyekê ne. Lê hemû partî piştgiriya betalkirina peymana qebûlkirina penaberan dikin, ji bilî Partiya kesk. Û heta niha ji Daîreya koç bersiva biryara betalkirina peymanê neda ye.

 - Na, li ser vê mijarê bersiv nedane. Lê niha jî wan nivîs şandine hemû şaredariyan û dixwazin em bêtir penaberên zarokên bi tenê hatine Swêdê qebûl bikin. Û bersiva me ya ji bo vê dê ew jî ”Na” bibe, dibêje Göran Dahlström, serokê rêvebiriya şaredariya Katrineholmê.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".