Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaxwazên zarok xwe vedişêrin

Hat weşandin tisdag 8 juni 2010 kl 11.27
Penaxazên zarok ên naxwazin vegerin Maltayê xwe vedişêrin.

Zêdeyî nîvê wan zarok û ciwanên penaxwaz ku bi serê xwe têne Swêdê û li bendê ne ku werin şandin ji bo Maltayê xwe vedişêrin. Vê yekê îstatîstîkên ji Daîreya koç(Migrationsverket) nîşan didin. Ji wan 46 zarok û ciwanên ku dê îsal û sala 2009 werine şandin 26 xwe veşartine.

Rewşa jiyanê ya zarok û ciwanên bi serê xwe hatine li kampên penaberan yên Maltayê gelekî xedar in. Û bi ya lêkolînera swêdî Anna Lundberg pêdiviyên wan yên herî bingehîn nayên bicîhanîn.

- Pêdiviyên wan ên herî bingehîn yên wekî dibistan û lênêrîna nexweşiyê nayên bicîhanîn. Derfeta xwendina li dibistanê tune ye. Ew her weha dibin hedefa cezakirinên kollektîf. Mirovên wan temsîl bikin tune ne. Heger ev zarok swêdî bibana me dê tu car van nêzîkbûnan qebul nekira, dibêje Anne Lundberg, lêkolîner li zaningeha Malmöyê, ji nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê re.

Abdikaderê ji Somaliyayê îro li kampekê ji bo penaberên zarok li Skåneyê dimîne û wuha dibêje:

- Baştir e min vegerînin Somaliyayê di şûna ku bişînin Maltayê.

Abdikader ji ber ku nebe leşker-zarok di ordiya hêza çekdar El Şebab de bi ser Lîbyayê re bi alîkariya qaçaxçiyan reviya û hat Maltayê. Li wir şeş meh li zindaneke leşkerî de hat girtin û piştre bê alîkarî wî berdan ku çara serê xwe mêze bike. Rojekî ew û hevalekî xwe li kolanê bûn hedefa êrîşekê û hevalê wî hat kuştin û ew jî reviya Swêdê.

Tevî vê rewşa xerab Daîreya koç(Migrationsverket) amadeye ku zarokên penaber li gorî hukmên peymana Dublînê vegerîne Maltayê. Bi ya Daîreya koç di dest wan de têra xwe delîl tuneye ku li Maltayê taada li zarokên penaber dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".