Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Şîrketa swêdî bi sûcê şer rabû"

Hat weşandin tisdag 8 juni 2010 kl 17.48
"Svenska Lundin Petroleum AB şirîkê sûcê şer e".

Şîrketa Swêdî ya Petrolê, Svenska Lundin Petroleum AB, û ew konsorsiyuma ku ev şîrket têde cîhdigirtin hevparê wan sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan bû ku li herêmeke Sudanê pêk hatin. Vê îddîayê zêdeyî 50 rêxistinên alîkariya dilxwaz di rapora xwe ya bi navê Unpaid Dept, Deynê nehatiye dayîn de didin pêş. Ev rêxistin dibin navê ECOS, Koalisyona Ewropî ya di warê petrola Sudanê de, kar dikin.

Li gorî rapora wan, konsorsiyuma petrolê bi awayeke indirekt, ne-rasterast, bû sedema koçkirina nêzî 200 mirovan û kuştina 10 hezar kesan di salên dawiya 1990î û destpêka 2000.

Bi armanca ku ev şîrketên petrolê li herêma başûrê welêt karibin petrol derxînin leşkerên sûdanî bi tevî mîlîsên çekdar êrîş kiribûn ser gelê sîvîl û wan ji herêmê kiribûn derve.

Şîrketên petrolê Petronas û OMV hevkarên şîrket Lundîn ya swedî bû û di raporê de tê îddîa kirin ku wan ji destpêkê ve ji ordiya Sudanê û mîlîsên girêdayî hikûmetê alîkarî wergirtin ji ber ku li dijî wan hêzên din yên mîlîs ku li dijî derxistina petrolê bûn, şer bikin.

- Wan bi xwe re şîddeteke tund anîn û jiyan û aboriya wan mirovên li wir dijiyan tarûmar kirin, dibêje Egbert Wesselink ji rêxistina ECOS, Koalisyona rêxistinên alîkariyê di warê petrola Sudanê de.

Ev sûcdarkirin li ser bingehê wan wêneyên satelît ve hatine kirin ku nîşan dide da derxistina petrolê ya Lundin Oil a swêdî çawa gelê li herêmê bi zorê neçarê koçberiyê kiriye. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku Dema Lundin Oil xwe ji herêmê kişand sedî 80yî erdên çandiniyê hatibû valakirin.

Papazekî sudanî Ramadan Chan ji nûçeyên radyoya Swêdê re bahs dike da balafirên şer çawa wan bombebaran kirin û gundên wan şewitandin.

Lundin Oil her weha serbazekî bilind ji ordiya Sudanê weke şefê ewlekariyê ji aliyê şîrketa swêdî ve hat wezîfedarkirin. 

Lundin Oil bi xwe tewankirinên nivîskarên rapora Deynên nehatî dayî red dike û îddîa dike ku şîrketa wan li gorî qanûnên navnetewî û yên herêmî tevgeriya ye.

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt, di wan salan de û heta bû wezîr serokê rêvebiriya şîrketa Svenska Lundin Petroleum AB bû. Lê Carl Bildt îro naxwaze di derbarê raporê de şîroveyekê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".