Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rinkeby bû qada pevçûnê

Hat weşandin tisdag 8 juni 2010 kl 17.58

Du êvarê li taxa Rinkeby a Stockholmê ku gelek biyanî lê dijî pevçûneke mezin derket. Navbera 40-60 ciwan li navenda Rinkebyê xesarê dan derdorê. Bûyer, piştî ku komekî ciwan nehatin qebûlkirinê festekî ji bo şagirtên sefa 9’an rû da. Dema polês hat cihê bûyerê ciwanan kevir avêtin wan û polês jî bi armanca hişyariyê çek teqand.

Piştre pevçûn xesardayîn tundtir bû şûbeya banqeyekê hat şewitandin. Gert Fredlin, şefê qereqola polês li Västerort dibêje pevçûn seranserê şevê berdewam bû zerarekî mezin li navenda Rinkebyê çêbû.

Çend otomobîl hatin şewitandin û ciwanan kevir avêtin wesayîtên polês û agirkujiyê jî. Her weha zêdeyî 20 camên pencereyên qereqola polês jî bi keviran hatin şikestin. Di dema xesardayîn qereqola polês de dido kesên bi temenê 21 û 22 salî hatin girtin.

Şefê polês Gert Fredlin dibêje di dema pevçûnan de tu mirov birîndar nebû û ev jî şansekê mezin bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".