Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dalkurd xelata Qraliyetê wergirt

Hat weşandin tisdag 8 juni 2010 kl 18.00
Elvan Çîçen xelata qraliyetê ji dest walî Maria Norrfolk digire.

Yek ji avakarên kluba topa pê Dalkurd li bajarê Borglängeyê, Elvan Çîçen, duh xelata Weqfa Qraliyeta Swêdê ya Ciwanan wergirt, bi swêdî Stiftelsen Konungens Jubileumsfond för Ungdom i Sverige. Xelat ji nameyek ji qralê Swêdê Carl XVI Gustaf û 10 hezar kronî pêk tê. Mebesta xelatê ew e ku Elvan Çîçen bi dilekî germ demeke dirêj ji bo ciwanên di nav komeleya Dalkurd de kar kiriye. Û Elvan Çîçen hestên xwe yên ji bo vê xelatê ji Zayele re wuha radighîne:

- Ev xelata ku me stand şanî me kir ku em weke klub û ji hêla însaniyetî ve tiştên baş dikin û em bi vî gelek kêfxweş dibin.

Ev xelat ji we re çawa dikare bibe alîkar?

- Ev dikare bibe sedem ku em weke millet û klub bêtir li zarokên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku zarok pêşeroja me ne.  

Xelata Weqfa Qraliyetê ya ji bo Ciwanan ji aliyê waliya Dalarnayê, Maria Norrfalk ve hat pêşkêşkirin. Û Norrfalk dibêje Elvan Çîçen bi dilgermiyekê mezin rê li ber pêşkeftina Dalkurdê vekiriye.

Kluba topa pê Dalkurd sala 2004 li bajarê Borglängeyê ava bû di nava pênc salan de pênc lîg bi şampiyonî derbas kir û li qada topa pê ya Swêdê bû fenomenekê baldar. Lê ne tenê topa pê tiştê Dalkurd rêzdar kiriye xebata wê ya civakî ye, dibêje Elvan Çîçen:

- Xebata me ya civakî gelek girîng e, da em karibin li xortên xwe û yên futbol dilîzin xwedî derkevin. Xebat civakî ji bo Dalkurdê sedî 95 e. Yanî xebata civakî nebaş be futbol jî nebaş dibe.

Pareyê xelatê ya ji 10 hezar kronî ku Elvan Çîçen wergirt dê bibexşîne tîpa topa pê ya keçên Dalkurdê, dibêje Çîçen ji Radyoya Swêdê Dalanytt re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".