Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Akademiya Rinkebyê hat şewitandin

Hat weşandin onsdag 9 juni 2010 kl 10.51
Stavros Louca li pêş dibistana xwe ya sotandî. Wêne:Malin Olofsson/SR

Pevçûnên li taxa Rinkeby a Stockholmê îşev jî berdeam bûn. Komekî ciwan çend ciyan şewitandin û kevir avêtin poles û xebatkarên agirkujiyê. Avahiya dibistanekî bi temamî şewitî û xebata vemirandina agir hetanî serê sibehê jî berdewam bû. Xaniyê Akademiya Rinkebyê, ku li kêleka Rinkebyskolan e, wêranbûye û tenê skeletal avahiyê maye. Stavros Louca, mamosteyê matematîkê yê navdar ku avakarê Akademiya Rinkebyê ji ber bûyerê gelekî xemgîn e.

- Hemû xeyalên me pê re şewitîn, dibêje Louca Stavros.

Polês hîna jî li cihê bûyerê ye, lê serê vê sibehê navenda taxê tenha bû.

Xebata xelaskarî û agirkujiyê ji ber avêtina keviran bi derengî ma. Bi ya agahiyên poles komekî derdora 50 ciwanî seranserê şevê li cihê bûyerê bûn û kevir davêtin.

- Dema em bi tevî polês re hatin cihê bûyerê em bi atmosferekî tehdîtkar re rûbirû man. Li ser tewsiya polês me xwe bi paş ve kişand û li bendê man heta ku bêtir polês hatin cihê bûyerê, dibêje Martin Gertsson, şefê hêza agirkujiyê li Stockholmê.

Gelo van kesan bi çi awayî we tehdît kirin?

- Wan kevir avêtin wesayitên xelaskarî û agirkujiyê, û her weha wesayîtên polês.

Mats Brännlund li Stockholmê şefê nobedar yê polês e û dibêje ew niha çend rêçan bişopînin.

- Emê hewl bidin diyalogek saz bikin û her weha lêkolîna wê şewata îşevîn bikin ku armanca wê kuştin bû. Lê her weha lêpirsîna wan êrîşkariyên bi şîddet jî bikin.

Gelo reaksiyona gelê li herêma Rînkebiyê heta niha çawa bû?

– Min bihîst ku hîn kesan telefon kirine û di derbarê derengmayîna polês de gazincan kirine, dibêje Mats Brännlund.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".