Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî kêmtirê texmînan bilind dibe

Hat weşandin onsdag 9 juni 2010 kl 16.06

Bêkariya li Swêdê dê îsal herî zêde hetanî sedî 9.3 bilind bibe û sala pêş me dakeve sedî 9.0. Vê pêşbîniya nû, Daîreya Karî (Arbetsförmedlingen) dike.

Piştî statîstîka bazara kar ya Buroya navendî ya statîstîkan SCB ya duh Daîreya karî pêşbîniya xwe hinekî dadixîne û ji bo bêkariya îsal pêşbîniya sedî 9.1 û sala 2011 jî sedî 8.7 dide pêş.

Rewşa bazara kar tê hêvîkirin îsal û sala pêş me baştir bibe, lê ji ber ku bêtir kes têne nav bazarê jimarên bêkariyê weke berê bilind dimîne.

Bi ya texmînên Daîreya Karî dê bi sala 2009 re qiyas sala 2011 78 hezar kes bêtir bibin xwedî karekî. Pêşkeftina herî mezin jî tê hêvî kirin li Stockholmê bibe.

- Pêşkeftineke zelal heye. Şîrket dibînin ku daxwaza kirînê zêdetir dibe û hem şîrket û hem jî gel bêtir xweşbînin, dibêje şefê pêşbîniyê yê Daîreya karî, Tord Strannefors ji ajansa nûçeyan TT re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".