Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kampanya hilbijartinê de rêbazên nû

Hat weşandin onsdag 9 juni 2010 kl 16.12
Bêtir û bêtir siyasetvan medyayên civatî girîng dibînin.

Piraniyek ji siyasetvanên rêza yekem yên herêmî dê di kampanya hilbijartinê de medyayên civatî yên wekî Facebook, Twitter û Blogg bikar bînin, bi armanca ku siyaseta xwe bidin nasandin. Siyasetvanan Lena Baastad a sosyaldemokrat e, rêvebir li şaredariya Örebroyê.

- Ev dikare beşeke girîn ya kampanya hilbijartinê be, lê divê em ên hilbijartî tu car girîngiya hevdîtin û danûstendinên rûbirû yên bi hilbijêran re jibîr nekin. Û bi vî re girêdayî dê medyayên civatî jî karibin roleke girîng bilîzin, dibêje Lena Baastad.

Lê stratejîsyena medyayê Brit Stakston gelek matmayî ye di derbarê girîngîdayîna medyayên civatî yên li ser Înternetê. Bi ya wê siyasetvan zêde ji van hez nakin û wan biçûk û bê-mane dibînin, lê ji ber nezan xuya nekin girîngî didin vê.

- Ya rastî ew medyayên wekî Facebook, Twitter och Blogg weke hacetên propagandaya wergirtina deng û piştgiriyê dinirxînin, dibêje Stakson. 

Bi ya siyasetzan Henrik Oscarsson ji Göteborgê medyayên civatî dê rolekê marjînal bilîzin.

- Hîna jî kanalên herî girîng ji bo xwegihandina hilbijêran rojname, televizyon û radyoye û ku dê medyayên civatî di hilbijartinên sala 2010 de şoreşek pêk bîne mubalexeyekê mezin e.

(Vê yekê lêkolînek bi anketan nîşan dide ku Radyoya Swêdê ji 1900 siyasetvanên herêmî re şandibû. Ji wan sedî 58 yanî 1300 kes bersivê dan. Sedî 70yî ji wan dibêjin dê medyayên civatî yên înternetê di hilbijartinê de roleke girîng bilîzin.)

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".