Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Standarda xaniyên penaxwazan bilind dibe

Hat weşandin onsdag 9 juni 2010 kl 16.19

Penaxwazên têne Swêdê dê bibin xwedî garantiya ku di xaniyekê baş de bimînin. Ve sozê Daîreya Koç(Migrationsverket) da piştî ku aşkera bû gelek penaxwaz li xaniyên xirab, teng û bu kufikî de dijîn. Lê Daîreya koç niha soza xaniyên baştir û kalîteyeke wekhev dide.

Penaxwazên têne Swêdê dê bibin xwedî garantiya ku di xaniyekê baş de bimînin. Ve sozê Daîreya Koç(Migrationsverket) da piştî ku aşkera bû gelek penaxwaz li xaniyên xirab, teng û bu kufikî de dijîn.

Piraniya ji wan 4000 xaniyên ku Daîreya koç li seranserê Swêdê ji bo penaxwazan kirê dike di vê rewşa xerab de ne. Li hinek ji xaniyan di dîwaran de qul hene.

Lê Daîreya koç niha soza xaniyên baştir û kalîteyeke wekhev dide. Bi alîkariya Enstîtuya Swêdî ya Standardîzekirinê dê standardek hevbeş were xuyakirin û xwedîxanî, şaredarî û rêxistinên dilxwaz jî dê bi nêrînên xwe mil bidin ber vê projeyê.

Dan Eliasson li mudirê gîştî yê Daîreya koç e û ji nûçeyên Radyoya Swêdê re wuha dibêje:

- Li piraniya xaniyên me standardakî baş heye. Lê li hinek deverên cûda xaniyên xerab jî hene. Ji vir û pê ve dê kesên xwedî xanî zanibin da şert û qaydeyên ji bo standardekî baş çine û li gorî wê xaniyên xwe tamîr bikin.

Di nav qaîdeyên standarda nû de ewê faktorên wekî rewşa baş ya xanî, hacet û makîneyên têde û derfetên ji bo kesên kêmendam bigirin ber çav.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".