Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaxwaz dê ji roja yekem ve kar bikin

Hat weşandin onsdag 9 juni 2010 kl 16.22
Tobias Billström.

Wezîrê koç Tobias Billström iro dide zanîn ku penaxwazên têne Swêdê dê karibin ji roja yekem ve kar bikin. Binxêzkirina siyaseta xeta kar, derfetên baştir ji bo entegrasyonê bi demên kintir yê lênêrîna serlêdanên ji bo penaxwaziyê dê siyaseta penaberiyê ya Swêdê bêtir însanî bike.

- Bi ya me girîng e ku em xeta kar ya di siyaseta penaxwaziyê ya xwe de xurttir bikin, dibêje Billström. Ji ber ku Daîreya koç demên lênêrîna serlêdanan kintir kiriye pêwîst e em jî qaîdeyan biguherînî. Ew derfetên karkirên yên niha hene tenê ji bo wan kesan derbas dibe ku zêdeyî çar mehan li benda bersivekê dimînin. Lê ji ber ku demên lênêrînê kintir bûne di cîh de ye ku derfeta karkirnê jî gavek zûtir bê dayîn, dibêje Tobias Billström.

Lê ne hemû penaxwaz dê xwedî derfeta karkirina ji roja yekem bin. Ji bo vê pêwîst e penaxwaz hîn şertên bingehîn bicîh bîne. Weke îspatkirina nasnama xwe ya rastîn, dibêje Billström.

 - Çend kategorî derveyê vê derfetê dimînin. Weke mînak kesên ku alîkarî nakin ji bo nasnama wan a rastî îspat bibe, kesên li welatekî din yê ewrûpî li benda bersiva serlêdana mafê penaberiyê ne û kesên û kesên serlêdanên wan bê bingeh in nikarin bibin xwedî derfeta karkirina ji roja yekem ve, dibêje Billström.

Gavavêtina nava bazara kar tecrîta penaber dişkêna û ”mirov li cihekê kar, bi danûstendina hemkarên xwe re herî baş dikare swêdî fêr bibe, dinivîsîne Billström îro di rojnama Dagens Nyheter de. 

Rêya entegrasyonê di peydakirina karekî re derbas dibe, lê di warê lêgerîna kar de hikûmeta Swêdê dixwaze helwesteke însiyatîfgir li cem penaxwazan bi xwe bibîne.

- Dema em vê derfetê karkirinê didin em hêvî dikin ku ew penaxwaz wan têkilî û kanalên danûstendinê yên xwe ku li Swêdê hene ji bo dîtina karekî bikar bînin; weke malbat û xizm. Yanî dayîna derfeta karkirinê nayê wê wateyê ku dê civaka Swêdê her weha wezîfa peydakirina kar bigire ser milê xwe. Di vî warî de divê penaber jî alîkar bin, dibêje Tobias Billström, wezîrê koç.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".