Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
SCB - PÎVANDINA GULANÊ

Sorûkesk bi ferqeke mezin li pêş in

Hat weşandin torsdag 10 juni 2010 kl 10.53
Hevgirtina Kesk, Sosyaldemokrat û Çep pêşdikevin

Muxalefeta sorûkesk di pîvandina gulanê ya Buroya Navendî ya Statîstîkan(SCB) de weke bereya herî mezin pêş dikeve. Ferqa di navbera bereyan de sedî şeş e û ev ferqa mezin ya di navbera bereyan de nedihat hêvî kirin. Heger hilbijartin îro bihata çêkirin dê bereya sorûkesk sedî 50.2 û bereya hevgirtina burjuwa sedî 44.2 dengên hilbijêran wergirta.

Pîvandina meha gulanê ya raya gîştî pîvandina herî mezin ya Buroya Navendî ya Statîstîkan e. 6000 kesên xwedî mafê dengdayînê bersiva vê pirsê dane: Heger yek li yek ji rojên nêzîk hilbijartin bihata çêkirin te dê dengê xwe bida kîjan partîyê.

Ji sala 1973’an ve ku ev pîvandinên piştgiriya raya gîşfî yên SCB têne çêkirin bereya ku herî zêde di pîvandinên meha gulanê de li pêş bûn her weha di hilbijartinê de jî serkeftine.

Pîvandina SCB nîşan jî dide ku hemû partiyên li parlamentoyê temsîl dibin ji bendava sedî çar derbas dikin. Demokratên Swêdê paş ve diçe û bi sedî 3.9 dadikeve binê bendavê û heger hilbijartin îro çê biba dê nikarîbûna têketana parlamentoyê.

Dengên partiyan di pîvandina meha gulanê ya SCB de:

Sosyaldemokrat(S):            sedî 33.8, -0.4% (bi mijdara 2009 re qiyas)

Partiya Kesk(MP):               sedî 10.7, +2.3%

Partiya Çep(V):                    sedî 5.6, +0,5%

Partiya Moderat(M):            sedî 29.2, +3,0%

Partiya Gel(FP):                   sedî 5.8, -0,7%

Partiya Navendê(C):            sedî 4.6, -0,4%

Xiristiyanên Demokrat(KD): sedî 4.5, -0,3%

Demokratên Swêdê(SD):      sedî 3.9, -1,2 %

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".