Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
LÊKOLÎNA SCB

Namzetên herî kêm xizan di lîsteya sosyaldemokratan de ne

Hat weşandin torsdag 10 juni 2010 kl 15.15
Hatina aborî ya namzetên parlamentoyê 2010 yên partiyan.

Buroya navendî ya statîstîkan(SCB) bi wezîfedarkirina navenda nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, li ser rêzek babetan di derbarê namzetên partiyan yên di hilbijartinê de lêkolînek çêkir.

A yekem di warê hatina aborî ya namzetên partiyan de ye. Partiya ku herî kêm namzetên parlamentoyê yên bi hatina nizim di lîsteyên xwe de hene Sosyaldemokrat in.  Tenê yek ji deh kesên xwedî hatinekê salê ya 200 hezar kron an jî nizimtir in.

Partiya herî zêde bi namzetên bi hatina nizim Partiya Kesk e, pişt wan jî Moderat tên.

- Sedemê ku namzetên herî kêm bi hatina nizim li nav Sosyaldemokratan heye ew e ku hilbijêrên wê ji tebeqa navîn in, dibêje profesorê zanistiya siyasetê Henrik Oscarsson:

Li hêla din herî zêde namzetên bi hatina bilind di lîsteyên Partiya Moderat de hene. Lê di hilbijartina çûyî de di warê jimara namzetên bi hatina bilind de sosyaldemokrat li pêş bû.

Sedî 47ê namzetên parlamentoyê yên moderat xwedî hatineke salane ya zêdeyê 400 hezar kronî bûn. Li cem sosyaldemokratan ev jimar sedî 45 e.

 Li hêla din namzetên herî temenbilind herî zêde li cem Partiya gel a lîberal hene. Tenê yek ji deh kesan binya 30 salî ne.

Partiya bi namzetên herî ciwan li cem Partiya korsan, Piratpartiet hene, sedî 55 ji wan binê 30 salî ne.

Û partiya ku herî kêm xwedî namzetên jin in jî Partiya Moderat e. Lê bi hilbijartina çûyî re qiyas jimara namzetên jin li cem moderatan zêde dibe, bi ya lêkolîna Buroya navendî ya statîstîkan SCB, ku bi wezîfedarkirina nûçeyên Radyoya Swêdê hatiye çêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".