Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Greenpeacê Navenda Enerjiya Atomî dager kir

Publicerat måndag 14 juni 2010 kl 11.19
Greenpeace navenda enerjiya atomî ya Forsmarkê dager dike.

Çalakvanên Greenpeacê 8ê sibê de, Navenda Enerjiya Atomî ya Forsmarkê dager kirin. Polês, girtina nêzikê 50 kesên şikbirî ji boneya binpêkirina kanûna parastinê, demjimêr 10 de pesend kir.

- Me alarmê demjimêr 8 de wergirt. 10 -15 kes hilkişiyane ser banê û ketine nava erda Forsmarkê. Kesên bêmaf li wê deverê hene û ekiba polêsê zû digihijine wir, dibêje berdevkê polêsê Christer Nordström.

Polês da zanîn ku rewş niha aram e. Daxwazîya çalakvanan di dengdana 17 meha heziranê de  redkirina Navenda Atomiyek nû û veberhênana enerjiyek mayî û guherbar e.

Radyoya herêmî ya Swêdê Upplandsnytt bi şahidek re ku li Forsmarkê kar dike hevdîtin pêk aniye. Ev kes dixwaze anonim bimîne û wê dîtiye ku çalakvan xwe li ser perjîne de avêtine hundir.

-Nêzikê demjimêr 08.10 de min dît ku ew bi alikariya wesayîteke barhilgir xwe li ser perjînê de avêtine hundir. Wan kesan xwe amade kiribûn. Hejmarek hebûn, nizanim cend kes bûn.

-Piştî xwe  ser perjînê de avêtin çi bû?

- Niha ez li rawestiyame û li wan ên li jor, serbana reaktor 2 dinêrim. Gelek aram dixuyê. Wusa dixuyê ku xwe didine hilkêşandina blokê, ku li derveyê wê runin.

Ji ber ku avahî daxistiye ketina hundir ji wan re dijwar e. Derfeta ketina hundir ku hebe ew jî, ji banê ye.

Tu alavek bi wan re heye ku bi wan bikevine hundir?

-Ez  nabînim. Kesên ku li ba rekator 3 ne bi pankartên xwe ve baziyan; "Dengê Na bidin. Greenpeace" li ser hatiye nivîsandin. Li ba reaktor 1 gelek kesan xwe bi makineya barhilgirve zincîr kirine. Mirovek li qotê rawestiyaye û çeperek bi 3 kesan ve li jêr rawestiyane.

Berdevkê Greenpeacê Ludvig Tillman li ser bûyerê  versiyona xwe ji TT re vegot.

Em çawan ketine hundir em ji aliyê notirvanan ve hatin rawestandin. Lê disa jî gelek kes serketin û xwe avêtine hundir, û gelek kes mane derve dibêje Ludvig  Tillman.

Ew dîyar dike ku tevger awayê  çalakvanan e ku bandorek li ser siyasetmedaran bikin da ku dengê xwe nedine veberhênana berdewamiya  navendên atomî.

Ev meseleya biryarek e, ku dikare encamên nerênî  ji sedsalan re  bike ger mirov li ser bermayiyên navendên atomî  diafrînin bîr bike, dom dike Ludvig Tillman.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".