Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Amadekariyên dewetê destpêkirin

Publicerat tisdag 15 juni 2010 kl 16.07

Ji bo pîroz kirinê hingê şahiya gel şemateya bazirganan jî pêk hatiye. Li Skeppsbron gelek firmayên biçûk û mezin konên xwe vedane û choklad, t-shirt û herwuha mobilya jî difroşin.

Ev amadeyî bala turîstên biyanî û herwuha kesên herêmî jî gelek dikşîne, û gelek kes bi dilxweşî li benda roja dewetê ne. Her çiqas coşa wan ew qas geş nebe jî.

Em ê bi  çend kesên ku li wir beşdar in bipirsin ka  hest û nêrinên wan ser çoşa dewetê çi ne.

Pirsên me ev in ka bi dewetê dilxweşin an na? Û ka dê li Tv binêrin roja dewetê an bixwe bên vir?

Björn û Ingrid ku mêvandarî hatine Stockholmê nêrinên xwe vedibêjin

 -Belê, çima na? Dibe ku  gelek xweş be, em ê roja çarşemê vegerine mala xwe.

-Hûn ê li TV binêrin?

- Belê em ê binêrin bawer im.

-Erê heta astekê. Ez ê li vir nebim û teral teral negerim, lê belê ezê li TV binêrim.

Erê gelek kes bi pîroz kirina dewetê dilxweş in, û ev jî bêguman kêra dikanan tê ku di vê sersemiya dewetê de malên xwe bifroşin. Ji bo pîroz kirinê hingê şahiya gel şemateya bazirganan jî pêk hatiye. Li Skeppsbron gelek firmayên biçûk û mezin konên xwe vedane û choklad, t-shirt û herwuha mobilya jî difroşin.

Di konek spî û biçûk de Tove rawestiya ye û chokladên dewetê difroşe.

 - ev şokladên dewetê yên fermî ne. Çen cur paketên wan hene, sindoqek me ya mezin heye. Paketêk me bi şokladên ku bi destçêkirî heye. Ew gelek xweş in. Favorita min in.

 -Û ew kesên herî dil dibijne van jî turistin dibêje Tove.

 -Em dibînin ku ev di nava turistan de gelek populer e.

 Di konek din de firmayek malên cûrbecûr wek xişir, kinc, û tiştên din, bi wêneyên bûkûzavayê xemilandî difroşin. Lê malê herî bêtir tê firotin fanileyên bi kum in ji bo rehetiya xwe..

- Balkêşîyek mezin li ser van fanileyan heye û  herî baştir ew çûye heta niha. Ji ber ku gelek serma heye lewra baş tê firotin bawer dikim.

Lê belê di nav van gelek kesên li Skepsbronê de hinek kes hene ku zêde balkêşî nadine kirîna berhemên dewetê û zêde guh nadine dewetê bixwe jî.

 - Ez guh nadimê, Ev karê wan e û bi min karek min bi vê tune ye.- Na ez ê nekim. Ez bi xwe ne piştgirê qraliyetê me.

 Ev gotinên Ingrid bû ku ji monarşiyê hez nake. Lê dîsa jî li xwe mikûr tê ku dê roja dewetê .çavên xwe hinek li Tv bigerîne-Ku mirov bixwaze bibîne mirov dikare li Tv temaşe bike, ger di kanalek din tiştek xweştir tunebe.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".