Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Têkçûnek dikare sorûkesk bi dawî bike

Hat weşandin onsdag 16 juni 2010 kl 16.20
Ne zelal e da sorûkesk dikarin li hember têkçûnek di hilbijartinê de hevgirtina xwe bidomînin

Heger muxalefeta Sorûkesk di hilbijartinên 19 îlonê de bi ser nekevin, ne diyar e da dê hevkariya wan berdewam be an na. Dema ev hevkarî di sala 2007 de di navbera Sosyaldemokrat û Keskan de hat pêşxistin hatibû gotin ku dê ev hetanî sala 2020î bidome. Lê wê demê hêj Partiya Çep daxilê hevkariyê nebûbûn.

- Heger em hilbijartin wenda bikin, ku ez hewl didim wusa nebe, wê demê diyar e ku her partiyek dê di destpêkê de birînên xwe derman bike. Ev dê her weha bibe sedem jî ku her partiyek di hundirê xwe de, lê her weha partiyên hevkar di navbera xwe de, nîqaş bikin da hevkariya pêşerojê bi çi awayî were meşandin. Ev tiştekî gelek normal e, dibêje serokê Partiya Çep, Lars Ohly.

Dema hevkariya sorûkesk di sala 2008 de hat sazkirin serokê Partiya Çep Lars Ohly di pêvajoya destpêkê de tunebûn. Weke tê zanîn vê hevkariya ku di cotmeha 2008 de ji aliyê Partiya Sosyaldemokrat û Partiya Kesk ve hat pêşxistin cîh nedabû Partiya Çep. Hedefa hevkariyê avakirina xetake siyasî ya demdirêj bû. Siyasetek ji bo deh salên pêş me ya hetanî 2020 û ne tenê ji bo hilbijartina vê payîzê.

Tevî ku hetanî 2020î di siyasetê de gelekî tişt dikarin biqewimin dîsa jî seroka Sosyaldemokratan Mona Sahlin li vê hevkariyê xwedî derketibûn û ew parastibûn.

- Ez dikarim wê biparêzêm ji ber ku em hewl didin siyasetekê ava bikin ji bo karibin ji krîza klîmatê, krîza aborî û krîza peydakirina kar re çareseriyan bibînin. Û van pirsgirêkan dê bêtirî dû salan berdewam bin. Siyasetek bi berpirsiyarî divê bi kêmasî ji bo deh salan pêş me re çareserî bibîne. Mebesta me ev e, gotibû Mona Sahlin.

Lê ev hevkariya demdirêj ya bi tenê Partiya Kesk re gelek lez, jinûve di çav re hat derbaskirin. Vê yekê berdevkê Partiya Kesk Peter Eriksson bi kenêkî geş ji bernama Radyoya Swêdê ”God morgon Världen!” re çend hefte berê diyar kir. 

- Hevkariya destpêkê ya bingehîn tenê ji bo dû rojan hatibû sazkirin. Lê piştre partiyek sêem jî di vê hevgirtinê de cihê xwe girt û ev jî nîşan dide ku rêçûndina bi hev re ne ewqas basît e… gotibû Peter Eriksson.

Û seroka sosyaldemokratan Mona Sahlin jî pêşeroja hevkariya sorûkesk îro wuha dinirxîne:

- Pêdiviya me bi hevkariyeke demdirêj heye. Lê ez dixwazim binxêz bikim ku her tişt ji hilbijartinek ta hilbijartinekê din dikare biguhere. Divê her partiyek ku têk diçe ji hukmê hilbijêran yê di hilbijatinan de encam derxîne, dibêje Sahlin.

Lê serokê Partiya Çep Lars Ohly naxwaze bibêje da gelo Partiya Çep sedemê jinûve nirxandina hevkariya hetanî sala 2020 in, heger hevgirtina Sorûkesk di hilbijartina payîzê de bi ser nekeve.

- Di vî warî de tiştekî ku ez bibêjim tuneye. Ev tu car nebûye şertê bingehîn yê ji bo hevkariya Partiya Çep, dibêje Ohly.

Lê tu ne bawerî ku pirsgirêk bi Partiya Çep ve girêdayî ye?

- Ez ne bawer im. Me her sê partiyan vê hevkariyê saz kiriye bi armanca ku em di van hilbijartinan de biserkevin û bi hev re hikûmetekê ava bikin. Û heger ev pêk were tiştekê gelekî xwezayî ye ku em di hilbijartinên sala 2014’an de jî weke alternatîfekê hikûmetê hevkariya xwe berdewam bikin. Û ez di wê baweriyê de me ku emê biserkevin, dibêje Lars Ohly.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".