Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dersînorkirin tê rexnekirin

Hat weşandin onsdag 16 juni 2010 kl 16.38

Konseya Ewropayê dixwaze ku hikûmeta Swêdê û hikûmetên welatên din yên ewrûpî, ji ber dersînorkirinên bi zorê yên mirovên ji Îraqê, li dij saziyên xwe yên koçê helwestê nîşan bidin. Vê yekê, Thomas Hammarberg yê komîserê mafên mirovan yê Konseya Ewrûpayê dibêje, û ev daxwaz, piştî rexneyên ji Komîsyona Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin. 

-Piştî ku hikûmetên ewrûpî, hikûmeta Swêdê jî di nav de, êdî hişyariyên mezin yên Komîsyona Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, li pêş çav nagirin, ez dibêjim ew ne tenê rîskekî mezin digirin di warê jiyana mirovan de, lê wisa jî zoriyan derdixin ji bo sîstema Neteweyên Yekbûyî ya parastina penaberan li deverên din yên cîhanê. dibêje Thomas Hammarberg.

Vê yekê Thomas Hammarberg dibêje, komîserê mafên mirovan yê Konseya Ewrûpayê.

Riyad xrîstiyan û asûrî ye. Wî li binkeyeke amerîkî kar dikir li bajarê Mûsilê, li Başûrê Kurdistanê. Birayê wî, ku li heman binkeyê kar dikir, ji aliyê îslamiyên ekstremîst ve hat revandin û kuştin, ji ber ku ew, li gor wan, bi dijminan re dixebitî. Belgeya vê bûyerê heye û Riyad’î ew daye Daîreya Koçê ya Swêdê, Migrationsverketê. Riyad bixwe jî bi kuştinê tehdît bûye. Digel vê jî Riyad niha biryara dersînorkirinê wergirtiye. Daîreya Koçê ya Swêdê îddîa dike ku ew îspatê nabîne ku Riyad jî dikare rastî zordariyê bê.

Riyad, ji Karin Wirenhed ya bernameya P1 Morgon’ê re axivî: 

-Ez nikarim li Iraqê bijîm, dever ferq nake dema Al Qaîda min pêde bike..

Baş e, ji bo çi dê ew te bikujin?

- Ji ber ku ez digel artêşa Amerîkî xebitîme, dibêje Riyad.

Mikael Ribbenvik berpirsê hiqûqî ye li Daîreya Koçê, Migrationsverket’ê. Ew nikare vê dosyaya taybetî binirxîne, lê ji P1 morgon’ê re dibêje ku daîre şîretên Komîsyona Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, UNHCR:ê dişopîne, lê ku biryar ji aliyê kesan ve tên dayîn:

-Navika pêvajoya îltîcayê ya Swêdê, mîna tev welatên din yên ewrûpî, ew e ku rewşa kesan bê nirxandin û tenê serpêhatiyeke mirov ya pêbawer û rêkûpêk hebe, têr dike ji bo wergirtina mafê penaberiyê. Jixwe pir mirovên ji Iraqê mafê penaberiyê wergirtine, di roja îroyîn de ji %50 serlêdanên ji Iraqê qebûl dibin, dibêje Mikael Ribbenvik.

Li gorî Thomas Hammarberg, zelal e ku Riyad di bin tehdîteke ciddî de ye û pêdiviya wî bi parastinê heye:

-Ma ka ev serlêder dikare hîn wekî din çawa nîşan bide ku tehdîta li ser wî mezin e. Ev jî dîsa delîlek e ku îspata wê ji wiha zêdetir ne mimkun e, dibêje Thomas Hammarberg.

Pascale Warda, kevnewezîra koçê ya Iraqê, niha li rêxistina koçberan ya bi navê Hamurabi foundation dixebite. Ew jî tevlî rexneya Thomas Hammarberg’î dibe. Warda dibêje ku wezîrê koçê yê Swêdê di cîhana xewnan de dijî û rewşa dijwar ya Iraqê fêm nake û dibêje ku Riyad bi rastî jî di xetereke mezin de ye:

- Îcar ez difikirim ku ew deqîqe bi deqîqe di xeterê de dijî, bi rastî jî divê ew bê parastin ji aliyê rayedarên Swêdê ve, bi kêmanî ji bo demekê heta ku rewş biguhere, dibêje Hammarberg.

Û li gorî Thomas Hammarberg ev pirseke siyasî ye, ku divê hikumet berpirsyariya wê hilgire.  

-Bi ya min ne di cîh de ye ku mirov berê rexneyê ne bide kesên serlêdanan dinirxînin, ne jî Migrationsverket’ê bi giştî. Ev pirsek li ser siyaseta Swêdê ye, ku ji wê divê hikûmet berpirsyariya xwe hilgire, ji ber vê rêznegirtina li wan şîretên ku ji Komîserê Penaberan yê Neteweyên Yekbûyî hatiye, ku ne tenê li ser Iraqê lê herêmên din jî, ji xelkê Rom bigire heta bi Kosova’yê. Ev siyasetek e ku divê hikûmet berpirsyariya wê hilgire û wezîrê koçê divê amade be ku derkeve qada nîqaşê û xwe li pişt kesên xebatkarên Migrationsverket’ê neveşêre, dibêje Hammarberg.

Lê wezîrê koçê, Tobias Billström, nexwestiye tu şîroveyê bide û pirs hewaleyî Migrationsverket’ê kiriye, navenda nûçeyan ya Swêdê, Ekot, radigihîne. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".